08:47 23 Çile 2018
Zindî
    Ajansa Nûçeyan Spûtnîk

    Ajansa Spûtnîkê xwe digihînê welatên ereb

    © Sputnik/ Vladimir Trefilov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê, di Rojhilata Navîn de di nava saziyên çapemeniyê yê herî sereke de bi televîzyona El Mayadina Libnanî û ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê re peymana hevkariyê îmze kir.

    Moskova — Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê, di Rojhilata Navîn de di nava saziyên çapemeniyê yê herî sereke de bi televîzyona El Mayadina Libnanî û ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê re peymana hevkariyê îmze kir.

    Peymanên hevkariyê li grûba Rossiya Segodnya ku Spûtnîk jî girêdayî wê ye li Moskovayê di çarçoveya foruma medyaya navnetweyî de hat îmzekirin. Di merasîma îmzeyê de Midûrê Giştî yê Rossiya Segodnya Dmitriy Kîselev, serokê grûba televîzyona EL Mayadinê Hasan Ben Jeddou û Midûrê Giştî yê SANAyê Ahmed Dawa tevlî bûn.

    Piştî merasîma hevkariya îmzeyê, Midûrê Giştî yê SANAyê Dawa got:'Îmzekirina peymana hevkariyê bi Spûtnîkê re, ji bo pêşveçûnên jeopolitik ên heyî ji me re jî gelekî girîng e. Em xebatên xwe bighînin hev belkî em bikaribin kedekê li çareseriya pirsgirêkên li cihanê bikin.'

    Serokê El Maytadinê Jeddou jî di axaftina xwe de got: ‘Ev peymana navbera ajansa Spûtnîkê û medyaya erebî El Mayadinê, ji bo pêşveçûneke bi ewle gava stratejîk e ku hatiye avêtin. Di medya cihanê de ji bo hevkariya profesyoneli em ê xebatên xwe zêde bikin.'

    Hem El Mayadin û hem jî SANA yekemîn saziyên çapemeniyê li welatê xwe ku bi Spûtnîkê re peymana hevkariyê îmzekirin. Televîzyona El Mayadin bi zimanê erebî û spanyolî weşanê dike û navenda wê li Libnanê ye. Her wiha SANA jî bi zimanê erebî, ingilî, fransizî, spanyolî, rusî û tirkî weşanê dike.

    Bi heman mijarî:

    Moskova ji bo îdiayên Erdogan: Delîlên we hene?
    Zaxarova:'Moskova, li benda lêborîna Euronewsê ye'
    Moskova, li NY derbeyek giran li El-Riyadê xist
    Moskova dê bersivê bide aliyên agirbestê binpê dikin
    Ji Moskova û Şamê bo Hemayê alîkariya însanî
    Etîketan:
    peymana hevkariyê hat îmzekirin, Midûrê Giştî yê SANAyê, serokê grûba televîzyona EL Mayadinê, Midûrê Giştî yê Rossiya Segodnya, Ahmed Dawa, Hasan Ben Jeddou, Dmitriy Kîselev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de