04:45 19 Çile 2018
Zindî
    Benjamin Netanyahu û Mihail Bogdanov

    Netanyahu ji bo hevdîtina bi Pûtîn re gihîşte Moskovayê

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ji bo hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gihîşte Moskovayê. Li gorî peşbîniyan her du serok dê krîza Sûriye û pirsgirêka Filistînê binirxînin.

    Moskova — Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu bi hevsera xwe Sara Netanyahu re ji bo hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gihîşte balafirgeha Vnukovayê ya Moskovayê. Netanyahû û hevsera wî li balefirgehê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê Kremlînê Mihail Bogdanov pêşwazî kir.

    Li gorî peşbîniyan her du serok dê krîza Sûriye û pirsgirêka Filistînê binirxînin û her wiha Netanyahu dixwaze kordînasyona navbera artêşa Rûsya û Îsraîlê jî biaxive. Berê her du welatan ji bo ku balafirên wan li Sûriyeyê neyên beramberî hev li ser mekanîzmayekê li hev kiribûn.

    Di nava salekê de ev cara 4emîn e hevdîtinê dikin

    Pûtîn û Netanyahu di nava salekê de ev cara 4emîn e ku hevdîtinê dikin. Netanyahu hevdîtina pêşî di Îlona 2015an de, cara duyem di Nîsana 2016an de û cara sêyem jî her du serokan li Parîsê di çarçoveya Zîrweya Avhewayê de hatibûn cem hev.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu, ambargo danî ser parlamenterên ereb
    Netanyahu ji bo Îranê: 'Pilingê hov venagere pisîkekê'
    Netanyahu amadeye ku sînorên dewleta Filistînê giftûgo bike
    Kremlîn: ‘Pûtîn serdana Fînlandiyayê dike'
    Pûtîn guherîna ‘qanûna casûsên biyanî' erê kir
    Etîketan:
    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê Kremlînê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokwezîrê Îsraîlê, Vladimîr Pûtîn, Mihail Bogdanov, Benjamin Netanyahu, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de