03:17 23 Îlon 2017
Zindî
    ABD Başkanı Barack Obama- Almanya Başbakanı Angela Merkel

    Almanyaya ku Rûsya wek dijber dibîne ketiye bin bandora Amerîkayê

    © REUTERS/ Nigel Treblin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Pisporan ‘Pirtûka Spî' ya Almanyayê ku polîtîkayên ewlehî û parastina Almanyayê tê de tên kifşkirin nirxandin. Herwiha pisporan Almanyayê ji hevalbendiya rûsan derxistin û xistin kategoriya dijberiya Rûsyayê. Lê pisporan zordestiya Amerîkayê ya li ser Berlînê derxistin pêş.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Die Welt diyar kir ku hikûmeta Almanyayê piştî 10 salan amadekariya guhertina ‘Pirtûka Spî' dikin, li gorî rojnameyê Almanya, Moskovayê ji hevalbendiyê derdixe û dixe kategoriya dijberê xwe. Rojnameyê derbarê vî de mînaka ku Kirim tevlî Rûsyayê bibe û bûyerên ku li rojhilatê Ukraynayê diqewimin da nîşandan.

    ‘BANDORA STRATEJIYA AMERÎKAYÊ'

    Cigirê Akademiya Pirstgirekên Stratejîk Leonid İvaşov ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku guhertinin doktrînên leşkeriyên Almanya şopa ku li Amerîkayê hatibû qebûlkirin ku Rûsya wek tehdît hate dîtin dixwiye.

    İvaşov, wiha dewam kir: ‘Li Amerîkayê di sala 2015an de stratejiya ewlehiya netewiya Amerîkayê ku hate qebûlkirin, Rûsya wek tehdît ji bo Amerîkayê hate dîtin. Amerîka niha vê yekê embozeyê hevalbendên xwe dike. Welatên Ewropayê jî vê yekê bi ewayek nerm empozeyên doktrînên leşkerî ku tên guhertin dikin.

    ‘ALMANYAYA MERKEL DI BIN BANDORA OBAMA DE YE'

    Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derveyê ya Dumayê Aleksey Puşkov ji ser hesaba xwe ya twittirê bersiv da biryara Almanyayê.

    Herwiha rayedarê rûsî eşkere kir ku biryara Hikûmeta Almanyayê ku Rûsya wek dijber ji bo xwe dibîne, ev yek dide nîşandan ku rêwebiriya Merkel ketiye bin kontrola Obama.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Bila YE ji bo kurdan fişarê li Tirkiyê bike
    Rûsya: ‘Amerîka hesasiyetên me pişt çav dike'
    Rûsya ji bo Elmanyayê êdî ne ‘hevkar' e
    ‘Dibe ku Rûsya dixwaze di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de bibe mudaxil'
    Etîketan:
    doktrîn, leşkerî, stratejîk, guhertin, Sputnik, Angela Merkel, Leonid İvaşov, Aleksey Puşkov, Rûsya, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de