09:54 24 Îlon 2017
Zindî
    Rusya'nın BM Daimi Temsilcisi Vitaliy Çurkin

    Rûsya: Bila YE ji bo kurdan fişarê li Tirkiyê bike

    © AFP 2017/ DON EMMERT
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5430

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NYyê Vitaliy Çurkin got ku, ji bo kurdên Sûriyê karibin beşdarî gotûbêjên Cenêv bibin ew li bendene ku YE bandorê li ser Tirkiyê bike. Çurkin Tirkiye weke berpirsê pirsgirêkên Sûriyê nîşan da.

    Navenda Nûçeyan — Çurkin di civîna derbarê hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê de axivî ku di Desteya Ewlekariya NYyê de hate lidarxistin. Nûnerê rûsî diyarkir ku, tevî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya ji hêla Tirkiyê ve bi awayekî aşkere tê astengkirin jî di nav de, divê muxalefeta Sûriyê di gotûbêjan de bi awayekî berfirehtir bê temsîlkirin.

    Vitaliy Çurkin xuyakir ku "Em hêvî dikin ku hevparên me yên YEyî, ji bo çaresiriya pirsgirêkan bandorê li Enqereyê bikin ku ev pirsgirêk û yên din ên krîtîk ji polîtîkayên wêrankerî û egoist yên Enqere li Sûriyê dimeşînin derdikevin holê.

    Bi heman mijarî:

    Vîtalîy Çûrkîn: CE ya NY gereke bi sazkirina dadgehên cezayê ve mijûl nebe
    Çûrkîn: proja biryara NYî ya derbarê sazkirna trîbûnalê derbarê ketina Boeing bê ayende ye
    Lavrov: Divê PYDê beşdarî civîna Cenêv bibe
    Kerry ji bo agirbesta Sûriyê li Cenêv e
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Etîketan:
    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NY, PYD, Vitaliy Çurkin, Cenêv, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de