14:31 22 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî di konferanseke çapemeniyê li gel Wezîrê Derve yê Fînlendiyayê Timo Soiniyî diyar kir, ku wan Amerîka ji berê de hişyar kiriye ku ew ê piştgiriya Artêşa Sûriyeyê li Helebê bikin.

    Navenda Nûçeyan — Lavrov di konferanseke çapemeniyê li hevpîşeyê xwe yê fînelendî Timo Soiniyî diyar kir, ku wan Amerîka ji berê de hişyar kiriye ku ew ê piştgiriya Artêşa Sûriyeyê li Helebê bikin. Lavrovî got, "me di derbarê tiştên niha li Heleb derdora wê de diqewime de, ji berê de hişyarî daye Amerîkayê. Ew jî baş dizanin ku em ê li dijî terorîstan piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê".

    "KIRYARÊN DIJBERAN ÊN TURKIYE PIŞTIRIYA WAN DIKE NAYÊN PEJIRANDIN"

    Ji aliyekî din ve, Lavrovî diyar kir, ku kiryarên dijberan ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, nayên pejirandin. Wezîrê rûsî teqez kir ku wî di hersê axiftinên xwe yên vê hefteyê yên ku bi John Kerryî re pêk anîn de, ev mijar bi bîr anî. Herwiha Lavrovî teqez kir k udi 10 rojên dawî de, gelek militan û cebilxane ji Tirkiyeyê bo Sûriyeyê hatine şandin".

    "RÛSYA ÊRÎŞÎ TI ENDAMÊN NATOYÊ NAKE"
    Herwiha Lavrovî diyar kir, hewlesta Moskovayê derbarê hebûna NATOyê li ser sînorên wan nehatiye guhertin û got, "hemû siyasetvanên cidî û rastgo baş dizanin ku Rûsya dê ticarî êrîşî ti endamên NATOyê neke".

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Kerry derbarê El Nusra û civîna Cenevreyê de hevdîtin pêk anîn
    Lavrov: Li Sûriyeyê diyalogên Rûsya û Amerîkayê bi awayekî xurt berdewam e
    Lavrov û Kerry, bi rêya telefonê sînorê Sûriyeyê nirxandin
    Tiştên ku derheqê Lavrov de kêm têne zanîn
    Lavrov: Me destê aştiyê dirêjî Tirkiyeyê nekiriye
    Sergey Lavrov bi Kerry re sînorê Tirkiyeyê axivî
    Lavrov:'Ji bo rizgarkirina Reqqayê divê Rûsya û Amerîka hevpar bixebitin'
    Etîketan:
    teroîrst, alîkarî, John Kerry, Timo Soini, Sergey Lavrov, Fînelndiya, Tirkiye, Amerîka, Heleb, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de