17:38 26 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Kremlîn: ‘Pûtîn serdana Fînlandiyayê dike'

    © AFP 2017/ ALEXANDER NEMENOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandinê yê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo serdaneke fermî wê here Fînlandiyayê.

    Moskova — Di nava meha pêşiya me de serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo Finlandiyayê ji terefê Kremlînê ve hat serastkirin. Berdevkê Kremlînê Peskov di civîna çapemenî de ragihand ku plana serdana Pûtîn a Fînlandiyayê tê kirin, lê hê dîrok diyarnebûye.

    Em pir xemgîn in ku Almanya Rûsyayê wekî reqîp dibîne

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe de bersiva îdiayên rojnameya Die Weltê ku Almanya di belgeyekê de Rûsya ne wekî heval wekî reqîb dibîne bersivand û got: 'Heke ev nûçe rast be, em ê hem xemgîn bibin û hem jî bi endişe bibin. Sedema xemginiyê ku li parzemîna ewropayê li şûna şer û pevçûnê, atmosfereke hevkarî û xweş ku Rûsyayê ava kiriye û ev pozisyona wê nayê fêhmê me xemgîn dike.'

    Derheqê Sûriyeyê de rojê du caran em agahiyan bi Amerîkayê re par vedikin

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ku ‘gelo Moskova derheqê rewşa Reqqayê de agahiyan bi Washîngtonê re belav dike an na? bersivand û got: ‘Her roj du caran derheqê Sûriyeyê de em agahiyan bi Amerîkayê re par vedikin.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, keça ku digiriya aş kir
    Pûtîn:'Em ê mahzuvaniyeke baş ji bo Kupaya Cihanê ya 2018an bikin'
    Pûtîn:'Ji bo pêşwaziya germ ez spasiya Yûnanîstanê dikim'
    Pûtîn piştgiriya tam da hevkariya Ewropa û Ewrasyayê
    Pûtîn di meha hezîranê de serdana Çînê dike
    Etîketan:
    Berdevkê Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê, Pûtîn serdana Fînlandiya dike, Serokê Dewleta Rûsyayê, Dmitriy Peskov, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de