20:05 22 Îlon 2017
Zindî
    Anatoliy Antonov

    Rûsya: ‘Amerîka hesasiyetên me pişt çav dike'

    © Sputnik. Vladimir Pesnya
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoliy Antonov ragihand ku Amerîka derbarê planên parastina moşekan de daxwaz û hesasiyetên Rûsyayê pişt çav dike.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoliy Antonov di axaftina xwe ya Konferansa Ewlehiya Navneteweyî ya Herêma Asya û Pasîfîkê ku li Singapurê pêk dihat de axivî û planên parastina moşekên Amerîkayê rexne kir.

    Anatoliy Antonov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Moskova, ji bo ku Amerîka planên xwe bide rawestandin bang û çend caran pêşniyara hevkariyê kir. Ji bo çareseriya pirsgirêkan hinek derfet ketin destê me. Lê mixabin di vê babetê de ji bo diyalogê me Washîngton qanih nekir. Li gorî nerîna min ji bo diyalogê niha tam demeke baş e.'

    Pergal ji bo Çîn û Rûsyayê pirsgirêkan derdixîne

    Antonov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Rûsya li hemberî hemû plana pergala parastinê dernakeve, mafê her welatî ji xeyrî çekên nükleer, kîmyewî û biyolojik çekan hilberîne. Lê ya herî girîng ku welatek ji bo ewlehiya welatê xwe ya ewlehiya welatekî din naxe rîskê û xeteriyê. Lewma pergala parastina moşekên kûrewî yên Amerîkayê ji bo Çîn û Rûsyayê pirsgirêkên ewlehî derdixîne.'

    Bi heman mijarî:

    Antonov: Em ê li Sûriyê li hember terorê têkoşîna xwe berdewam bikin
    Rûsya: ‘Îdîayên ku balafira me li Helebê hatiye xistin nerast in'
    Rûsya:'Li hemberî Koreya Bakur em li dijî bertekên leşkeri yên zede ne'
    Rûsya ji bo Elmanyayê êdî ne ‘hevkar' e
    ‘Dibe ku Rûsya dixwaze di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de bibe mudaxil'
    Rûsya: Serdestiya Filistînê dê îstîkrar a Rojhilata Navîn zexm bike
    Etîketan:
    Konferansa Ewlehiya Navneteweyî ya Herêma Asya û Pasîfîkê, pergala parastina moşekên kûrewî yên Amerîkayê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Anatoliy Antonov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de