02:16 18 Tebax 2017
Zindî
    Terorîstên DAIŞê

    Rojnamevan tirkî ji RTyê re got:'Alîkariya DAIŞê min bi çavê xwe dît'

    © RT .
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Kanala Russia Today (RT) ji bo operasyonên hikumeta Tirkiyeyê yên bajarê kurdan bi rojnamevanan re axivî. Yek ji rojnamevanan Mehmetoglu ragihand ku min bi çavê xwe dît DAIŞê li sînor alîkarî ji Tirkiyeyê wergirt.

    Navenda Nûçeyan — Kanala Russia Today (RT) ji bo operasyonên hikumeta Tirkiyeyê yên bajarê kurdan bi rojnamevanan re axivî. Yek ji rojnamevanên herêmê Ferat Mehmetoglu di hevpeyvîna xwe ya RTyê de ragihand ku min bi çavê xwe dît rêxistina terorîst a DAIŞê li sînor alîkarî ji hêzên Tirkiyeyê wergirt.

    Tîma belgesele ya RTyê çû Amedê û li wir ji mala nuçegihanekê bi navê Hilal dîmen girtin. Di dema dîmên girtinê de nêzî malê dengê çek û teqemeniyan dihat, nûçegihana xwediya malê Hilal got:'Ev tiştê ku diqewime ji bo me tiştekî ji, rêzê ye. Dema ez diçim bajarekî din û denge teqînan tê ez şaş dibim, lê li vir bawerim em hînî van dengan bûn.'

    Enqere piştgiriya terorîstan dike

    Tîma belgeselê ya RTyê bi rojnamevanekî din Ferat Mehmetoglu re hevpeyvînek kir, Mehmetoglu derbarê alîkariya Enqereyê ku piştgiriyê dide rêxistina terorîst a DAIŞê hinek belge par vekirin.

    Ferat Mehmetoglu di axaftina xwe ya RTyê de got:'Min bi çavê xwe dît ku Artêşa Tirkiyeyê alîkariya DAIŞê kir. Wesayîtên zirxî yên hikumetê çûne sînor, hinek qutî dane milîtanên DAIŞê û me ev qeyd kir. Em nizanin çek bûn an jî amûrên xwarinên bûn, lê herkes dizane ku ev qutî ne ji bo şandina amûrên xwarinê têne şandin. Ji bo vê îhtîmaleke mezin di wan qutiyan de cebilxane hebû.'

    Li Cizîrê bêdengî û bêhna laşê însanan tê

    Ji aliyê din ve nûçegihanê RTyê William Whiteman jiyana xwe xiste xeterê û ji bo rastiyan çû navçeya Cizîrê. Whiteman di axaftina xwe de got:'Li Cizîrê tiştê herî balkêş bêdengî bû, navçe bi tevahî bêdeng bû, tenê dengê însanên ku di nava avahiyên xerabe de digeriyan dihat sehkirin. Tiştê herî ecêb jî ew bû ku hê jî bêhna laşê însanan bû.'

    Bi heman mijarî:

    'Artêşa tirk çekên qedexe li bajarê kurdan bi kar tîne'
    Li bajarê kurdan operasyonên siyasî: 7 kes hatin binçavkirin!
    Rexistina HDPê ya Îzmirê operasyonên li bajarê kurdan şermezar kir
    Parlamenterê ermen: ‘Şerê li bajarê kurdan komkujiya ermeniyan tîne bîra me'
    Li Rojava bi hezeran ciwan li dijî êrişên li bajarê kurdan meşiyan
    Etîketan:
    Operasyona bajarê kurdan, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Artêşa Tikiyeyê, Ferat Mehmetoglu, William Whiteman, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de