22:35 23 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova:'Gelo Erdogan di axaftina behsa xeletiya kîjan pîlotî dike, tirk an rûs?'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2420

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya heftane de ragihand ku divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin. Zaxarova,gelo Erdogan di axaftina behsa xeletiya kîjan pîlotî dike, tirk an rûs?

    Moskova - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya heftane de ragihand ku divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ji çûnûhatina grûbên terorîst, çek û cebilxaneyan re were girtin, lewra girtina sînor gelekî girîng e. Wêneyên milîtanên rêxistina Ehrar-uş Şamê ku wekî muxalifên nerm nîşan didin bi terorîstên DAIŞê re em şok kirin. Di wan wêneyan de milîtanên ku serê dîlan jêkiribûn jî têne xuyakirin. Tu eleqeya van bi nermiyê re tuneye.

    Tenê bi erêkirina Bexdayê me çek ji pêşmergeyan re şandin

    Berdevka wezaretê di axaftina xwe bersiva îdiayên ku çekan didin PKKê red kir û got:'Rûsya, ne wekî Tirkiyeyê ye ku bi sewkiyata çek û cebilxaneyên dijqanûnî re eleqedar bibe. Rûsya tenê ji bo tekoşîna dijterorê çek ji pêşmergeyan re şandin û ev jî bi erêkirina hikumeta Bexdayê hat kirin. Ev alîkariyan wiha Tirkiye jî di nav de ji terefê gelke welatên cihanê ve tê kirin.'

    Hê jî grûbên muxalif heremên terorîstan neterikandine

    Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got:'Niha li Sûriyeyê wezîfeya herî girîng ev e ku grûbên muxalif ji herêmên di bin kontrola terorîstan de ne vekişin, lê he jî ev bi cih nehatiye. Her wiha wezîfeyeke din a girîng jî ev e ku sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ji çûnûhatina milîtanên terorîst, çek û cebilxaneyan re were girtinê ye.'

    Armanca Tirkiyeyê parastina El Nûsrayê ye

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got:’Tirkiye beyî ku tu delîlan nîşan bide Rûsyayê li İdlîbê bi êrişeke tesîsên sivîl sûcdar û tohmetbar kir. Ya rastî tiştên ku dixwazin bikin parastina El Nûsrayê ji êrişan e. Rûsya yek ji welatên ku li Sûriyeyê agirbest saz kir e. Yên ku bi îxlala agirbestê werin tohmetkirin divê terorîst bin.’

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova:'Li Ûkraynayê pêvajoya federalîbûnê dest pe kir'
    Zaxarova:'Ji Çavuşoglu îtîrafa Ûkrayna û Gurcistanê'
    Zaxarova:'Tu girîngiya guherandina hikumeta Tirkiyeyê ya nû tuneye'
    Zaxarova:'Moskova, li benda lêborîna Euronewsê ye'
    Zaxarova:'Bila Tirkiye bi metodên aştiyane pirsgirêka kurdan çareser bike'
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Girtina deriyê sînor, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de