13:01 21 Tebax 2017
Zindî
    Ala Rûsya û Tirkiyeyê

    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin

    © Foto: akkunpp.com
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 910

    Serokê Rêxistina Kontrola Pençeşêrê ya Navneteweyî Prof.Dr. Tezer Kutluk radihand ku dibe Rûsya û Tirkiyeyê ji bo pêşxistina polîtîkayên tendirûstiyê hevkariyê bikin.

    Moskova — Serokê Rêxistina Kontrola Pençeşêrê ya Navneteweyî Prof.Dr. Tezer Kutluk di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de divê Rûsya û Tirkiye ji bo tekoşîna dijî pençeşêrê havkariyê bikin û ragihand ku dibe her du dewlet ji bo pêşxistina polîtîkayên tendirûstiyê hevkariyê bikin.

    Tezer Kutluk di axaftina xwe de got:'Di 25ê Gulanê de li Moskovayê tevlî foruma navneteweyî ya mijara pençeşêra zarokan bûm û li wir min axaftinek pêşkêş kir. Her wiha di axaftinê de fersenda min çêbû ku ez mijara welatên kêm aborî jî bînim ziman. Wekî din min behsa mijara dermankirina pençeşêra hêkdanka zarokên keç jî kir.'

    Min eleqeyeke mezin ji hemkarên xwe yên rûsî dît

    Kutluk di berdewamiya axaftina xwe de ez ji xebatên hemkarên xwe yên rûsî gelekî kêfxweş bûm û got:'Min ji hemkarên xwe yên rûsî dostanî eleqeyeke mezin dît. Li foruma Moskovayê di babeta onkolojiya pediatrik de fersenda me ya nîqaşê çêbû. Rûsya welatekî mezin e û li herêma xwe jî gelekî bi hêz e. Ya rastî Rûsya û Tirkiye dikarin di beşa perwerdehî û lêkolîna tendirûstî de polîtîkayên nû bi pêşbixin û hevkariyê bikin. Wekî Mînak, dikarin polîtîkayên kontrolkirina pençeşêrê li herêmê fireh bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Hackeran 25.7 milyon dolarî ji banqayên Rûsyayê dizîn
    Netanyahû ji bo hevdîtina bi Pûtîn re diçe Rûsyayê
    Wêneyên ku dihat îdiakirin Rûsyayê Îdlîbê bombebaran kiriye wêneyên 6 meh berê derket
    Juncker vexwendina Kremlînê erê kir û diçe Rûsyayê
    Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş serdana Rûsyayê kir
    Etîketan:
    foruma navneteweyî ya mijara pençeşêra zarokan, Serokê Rêxistina Kontrola Pençeşêrê ya Navneteweyî, Tezer Kutluk, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de