11:04 20 Tebax 2017
Zindî
    Balafira Rûsya

    Zaroka sûrî dê li Moskovayê bê dermankirin

    © Sputnik/ Lidia Ysamova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 810

    Keçika sûrî ya 10 salî ku li bajarê Helebê, di êrîşeke terorê de herdû lingên wê hatibûn jêkirin, ji bo ku bê dermankirin duh bi balafira Rûsyayê ya bi navê Ilyuşin il-76ê hat rakirin bo Moskovayê.

    Moskova — Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, ku keça sûrî ya bi navê Sîdra Ze'ezû', di êrîşeke torîstan de, him herdû lingên xwe û him jî xwişk û birazayê xwe yê 3 salî wenda kirin.

    ​Bijîşkên herêmî ragihand ku çi ji destê wan hat wan kir ta ku keçikê xelas bikin lê êdî pêdiviya wê bi vehesandin û dermankirine derûnî û laşî heye.

    "Îro ew ê emeliyat bibe"

    Herwiha dayika Sîdrayê bi Russia Todayê (RT) re axivî û diyar kir ku qîza wê dê îro emeliyat bibe û wiha dewam kir: "Ji bo dermankirinê, emeliyata Fulkersonê(şêweyeke emeliyatên ortopedîk) dê pêk were. Rewş li Helebê gelekî xerab e, gelek terorîst hene. Ez gelekî spasdar im ku em anîn Moskovayê û Hêvîdar im derfeteke wiha têkeve destê malbatên din jî."

    Bi heman mijarî:

    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
    "Kurd ditirsin ku Heleb bibe navenda El Qaidê yê"
    Esad: Heleb Stalingrada me ye
    Heleb - Artêşa Tirkiyeyê êriş kir!
    Bi wêneyan beriya şer û piştî şer ‘Heleb'
    Etîketan:
    zaroka sûrî, Fulkerson, Sîdra Ze'ezû', Heleb, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de