01:33 20 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Tiştên ku derheqê Lavrov de kêm têne zanîn

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1720

    Siyasetmedarê pispor û karizmatik Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji xeyrî ku ev 12 sal in rê ber bi polîtîkaya derve ya Rûsyayê dixe, bi mîzah û hezkirina xwe ya futbolê jî tê zanîn.

    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Komsomolskaya Pravdayê de behsa têkiliya xwe bi sporê re, hînbûna xwe ya razanê, zarokatiya xwe û gelek tiştên ku nayên zanîn kir.

    Li Rûsyayê qedexeya cixareyê gelekî tund e

    Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe de li hemberî pirsa ‘gelo hûn li avahiya wezaretê cixareyê dikşînin' bersivand û got:'Ez nikarim qanûnên Rûsyayê îxlal bikim. Lê li gorî min qanûnen me li gorî yên Ewropayê gelekî bi peşve çûn. Ya rastî em dikarin nûjenî û guhertineke ku kesên cixarê nekêşan rehetsiz neke jî çêbikin.'

    Ez li gorî welatê ku lê dimînim dijîm

    Lavrov li hemberî pirsa ku ‘firîna we zêde ya ji bo gihandina bernameyan gelo pergala we xewê xera nake? Bersivan û got:'Ez bi şev radizêm. Ez tim li gorî welatê ku lê dimînim dema xwe eyar dikim û dijîm.'

    Ez dikarim her tiştî bixwum

    Wezîrê Rûsyayê di dirêjiya hevpeyvîna xwe de behsa xwe û xwarinê kir û got:'Dema ku hûn çûne welatekî eseh divê hûn xwarinên herêmî biceribînin. Ew der Çîn, Japonya an jî Îtalya be jî qet ferq nake. Ez bixwe her tiştî dixwum.'

    Ez terefgirê Spartak Moskovayê me

    Lavrov jî yek ji siyasetmedarê rûsî k udi jiyana xwe de cih dide sporê. Raftîng û futbol ji bo Lavrov sporê herî balkêş û favorî ye. Lavrov di dawiya daxuyaniya xwe de got:' Bi awayekî rêk û pêk hewldidim ku herim salona sporê û dixwazim navbera xwe bi hemû cûreyên sporê re xweş bihêlim.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Me destê aştiyê dirêjî Tirkiyeyê nekiriye
    Lavrov:'Ji bo rizgarkirina Reqqayê divê Rûsya û Amerîka hevpar bixebitin'
    Lavrov û Kerry ji bo sînorê Sûriya - Tirkiyayê hevdîtin pêk anîn
    Lavrov: ‘NATO, vê daxuyaniyê li gorî çi dide?'
    Lavrov, li Moskovayê pêşwaziya qehremanên kubayî kir
    Etîketan:
    Derbarê jiyana wî de tiştên ku nayên zanîn, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de