07:30 21 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Gianni Infantino

    Pûtîn:'Em ê mahzuvaniyeke baş ji bo Kupaya Cihanê ya 2018an bikin'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2001

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo pêk anîna Kupaya Cihanê ya 2018an ragihand ku em ê mahzuvaniyeke baş bikin.

    Moskova — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Moskovayê di civîna çapemenî ya piştî hevdîtina bi Serokê FIFAyê Gianni Infantino re ragihand ku ez bawerim organîzasyon hem ji hêla werzîşvan û hem jî ji hêla mêvanan wê di asta herî bilind de were kirin. Divê herkes ji vêga de hisbike ku wê tevlî ziyafeteke xweş ya futbolê bibe.

    Infantino:'Rûsya wê di dema xwe de stadyumên xwe biqedîne'

    Her wiha piştî hevdîtine Serokê FIFAyê Gianni Infantino jî ragihand ku ez bawerim Rûsya hetanî destpêka Kupaya Cihanê ya 2018an wê 12 stadyumên xwe biqedîne. Hê gelek tiştên ku were kirin heye, lê ez bawerim dê her tişt di dema xwe amade be.Îradeya Rûsyayê heye ku di dema amadehiyên kupaya cihanê de pirsgirêkên ku derkevin bikaribe çareser bike û tu gumanên min li ser vê tunene.'

    Eleqeya dopîngê bi mijara kupaya cihanê re tuneye

    Ji aliyê din ve Serokê FIFAyê Infantino li hemberî pirsekê bersiv da û got:'Tu eleqeya mijara dopîngê bi kupaya cihanê re tuneye. Helbet mijara dopîngê divê were çareserkirin, lê bi futbolê re tu eleqeya wê tuneye. Ev mijara şampiyoniya kupaya cihanê eleqedar nake û tu bandorê bi xebatên me yên bi Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko re nake.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn:'Ji bo pêşwaziya germ ez spasiya Yûnanîstanê dikim'
    Pûtîn piştgiriya tam da hevkariya Ewropa û Ewrasyayê
    Netanyahû ji bo hevdîtina bi Pûtîn re diçe Rûsyayê
    Pûtîn derket ‘girê pîroz'
    Pûtîn tanka Îsraîlê ku wek xanîmet hatibû bidestxistin îade dike
    Etîketan:
    Kupaya Cihanê ya 2018an, Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokê FIFAyê, Gianni Infantino, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de