15:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova:'Ji Çavuşoglu îtîrafa Ûkrayna û Gurcistanê'

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî îtiraf kir ku sedema krîza Ûkraynayê û şerê Gurcistanê polîtîkayên şaş û neakîlane yên dewletên rojavayî ne.

    Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser hisabê xwe yê medya civakî facebookê ragihand ku Çavuşoglu jî îtiraf kir ku sedema krîza Ûkraynayê û şerê Gurcistanê polîtîkayên şaş û neakîlane yên dewletên rojavayî ne.

    Çavuşoglu helwesta berpirsên ewropî yên li dijî Tirkiyeyê rexne kir û got:'Aha ji we re li Ûkraynayê jÎ heman tişt kirin, gotin ya tu ya min e yan jî ya axê, lê qediya. Nav di Gurcistanê dan çibû, du herêmên wê çûn. Yanî divê Yekîtiya Ewropa dev ji vê nêrîna xwe berde.'

    Tu kes nikare gumanan ji wezîrê Tirkiyeyê bike ku hevalê Rûsyayê ye

    Mariya Zaxarova di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:'Aha ji we re agahiyeke zelal û vekirî, ji bo kesên ku bawernakin dewletên rojava di krîza Ûkrayna û şerê Gurcistanê de rol lîstin û ew teşwîk kirin. Herhalde wê tu kes nebêje Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi nêrîn û daxuyaniyên xwe piştgiriya Rûsyayê dike. Mijar cûda ye. Herkesî her tişt fêhm kir. Hinekan jî hê nû dest bi axaftinê kiriye.'

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova:'Tu girîngiya guherandina hikumeta Tirkiyeyê ya nû tuneye'
    Zaxarova:'Moskova, li benda lêborîna Euronewsê ye'
    Zaxarova:'Bila Tirkiye bi metodên aştiyane pirsgirêka kurdan çareser bike'
    Zaxarova bersiv da Çavuşoglu:'Divê tu bê darizandin'
    Zaxarova:'Dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan li Viyanayê bicivin'
    Etîketan:
    Krîza Ûkrayna û şerê Gurcistanê, Îtîrafa Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mevlut Çavuşoglu, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de