07:04 23 Çile 2018
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Wezareta Parastina Rûsyayê nûçeya ‘Stratfor' derewand

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Igor Konaşenkov, nûçeya ajansa Straftforê ya derheqê helîkopter û leşkerên Rûsyayê derewand.

    Navenda nûçeyan — Konaşenkov derheqê nûçeyê de wiha got: ‘Ti tiş bi leşker û helîkopterên me nehatine. Leşkerên me sax in û niha li Sûriyeyê şerê terorîstan dikin.' Konaşenkov wiha berdewam kir: ‘Derheqê helîkoterên me de hin nûçe hatin çêkirin. Dibêjin ku helîkopterên rûsan ji aliyê terorîstan ve hatin xistin û gelek leşkerên rûsî jî hatin kuştin. Nûçeyên wiha ji aliyê propagandavanên DAIŞê ve têne çêkirin û ne rast in.'

    Demek berê BBCyê nûçeyek çêkiribû û îdiakiribû ku baregeha Tîyasê ya li Palmîrayê ya ku ji aliyê leşkerên rûsî ve tê bikaranîn ji aliyê DAIŞê ve hatiye rûxandin. BBCyê çavkaniya nûçeya xwe jî weke ajansa amerîkî ya Stratforê nîşan dabû û diyar kiribû ku 4 helîkopterên Rûsyayê û gelek wesayetên tijî muhîmat ji aliyê DAIŞê ve hatine rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, di Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê de bû sêyemîn
    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 109an'
    Balyozxaneya Rûsya ya li Enqereyê 19ê Gulanê pîroz kir
    Generalê brîtanî: ‘Dibe di navbera Rûsya û NATOyê de şerê çekên kimyewî derkeve'
    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 105an'
    Etîketan:
    daiş, leşker, parastin, Igor Konaşenkov, Sûriyê, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de