06:19 20 Çile 2018
Zindî
    Stenbol

    Sepandinên Rûsyayê ya tûrîzmê bandorê li bajarê Stenbolê jî kir

    © Flickr/ rielax
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî biryara Rûsyayê ya ku ji ber sedema ewlehî li Tirkiyayê tune ne, rêjeya geştyarên 2016an ku hatin Tirkiyayê gelek kêm bû. Herwiha bandora neewlehiyê li bajarê Stenbolê jî da. Sîteya Russian Travel Newsê bi nûnerên fîrmayên ku di sektora tûrîzmê de ne re axivî û rêjeya geştyarên ku tên Tirkiyayê berhevkir.

    Navenda Nûçeyan — Dîrektorê Şirketa kaşûnê ya herêmê Rûsya û Polonyayê Vera Perşina ragihand ku daxwaza hatina Tirkiyayê bi ewayek cidî ketiye.

    ‘STENBOL 14 RÊZ PAŞVE KET'

    Persina diyar kir ku di nav geştyarên biyanî de populeriya Stenbol di rêza 6an de bû niha jî di rêza 20an de ye.

    ‘FIROTINA BILÊTIN BALAFIRAN YA JI BO TIRKIYAYÊ SEDÎ 14 KÊM BÛN'

    Midûrê fîrmaya Bîletîx ya rûsî Aleksandr Sizintsev destnîşan kir ku firotina bilêtin balafiran ya ku geştyar biçin Tirkiyayê di heyama havînê de sedî 14 kêm bûye.

    ‘HEJMARA TIRKÊN KU DIÇIN RÛSYAYÊ KÊM BÛNE'

    Midûrê Tripstayê Philipp Brinkmann jî ragihand ku hejmara kesên bi derfetên xwe diçin Tirkiyayê neguheriye.

    Li gorî anketekî ku me di meha Nîsanê de çêkir welatiyên rûsî ji sê kesan du kes ji ber êrişên terorî û şerên li bajarên kurdan naxwazin biçin Tirkiyayê. Herwiha Brinkmann eşkere kir ku di sala 2014-15an welatiyên Tirkiyayê hejmara hatina Rûsyayê gelek zêde bibû lê di sala 2016an ev yek gelek kêm bûne.

    ‘CIHÊ TIRKIYAYÊ WELATÊN BULGARÎSTANÊ, GURCÎSTANÊ Û YÛNANÎSTANÊ GIRTIN'

    Dîrektorê Travel Svyaznoyê Andrey Osintsev diyar kir ku eleqeya rûsan ji ber du sedeman kêm bûye: Ji ber tunebûyîna ewlehî û bihayê bilêtan.

    Osintsev, niha cihê Tirkiyayê welatên wek Gurcîstan, Bulxarîstan û Yûnanîstan cih girtin. Lê di serî de peravên Soçi û Krasnodarê ya Rûsyayê êdî bala rûsan dikşînin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, di Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê de bû sêyemîn
    Ewlehiya Tirkiyeyê: Dibe PKK êrîşan li ser deverên fermî pêk bîne
    Telegraph:'Muefiyeta vîzeyê ji bo Tirkiyeyê dê li Ewropayê rîska terorîzmê zêde bike'
    Rûsya:'Li Tirkiyeyê li bajarên kurdan şerê navxweyî diqewime'
    Tirkiyeyê biryar da vîzeyê ji Rûsên ku li Tirkiyeyê kar dikin bixwaze
    Etîketan:
    bilêt, kêm, rêje, geştyar, firotin, ewlehî, Sîteya Russian Travel Newsê, Andrey Osintsev, Philipp Brinkmann, Aleksandr Sizintsev, Vera Perşina, Bulgaristan, Tirkiya, Gurcistan, Yûnanistan, Polonya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de