23:39 23 Gulan 2018
    Balafira sîxurî ya RC-135

    Ji Rûsyayê bo Amerîkayê hişyariya ‘balafira sîxur'

    © AFP 2018 / USAF/GREG DAVIS
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ji bo ku balafirekê sîxur a amerîkî li Deryaya Japonyayê li nêzî sînorê Rûsyayê difiriya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bangî ataşeyê parastinê yê Balyozxaneya Amerîkayê li Rûsyayê kir.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ji bo ku balafirekê sîxur a amerîkî li Deryaya Japonyayê li nêzî sînorê Rûsyayê firandina wê hat tespîtkirin, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bangî ataşeyê parastinê yê Balyozxaneya Amerîkayê li Rûsyayê kir.

    Wesayîtên hewayî yên Rûsyayê balafira sîxur tespît kir

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku me ji nûnerê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê re di 22ê Gulana 2016an de balafireke sîxurî ya RC-135 ku li Deryaya Japonyayê li nêzî sînorê Rûsyayê difiriya û ji terefê wesayîtên hewayî yên Rûsyayê ve hatiye tespîtkirin gihande wî.

    Îrtîfaya balafirên sivîl bi kar dianî

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de got:'Transpondera balafira Hêza Hewayî ya Amerîkayê girtî bû û mûretebatê balafirê derheqê rêgeh û trafîka hewayî tu agahî par ve nekirin. Ji xeyrî vê balafirê tim îrtîfaya ku ji balafirên sivîl re hatibû veqetandin bi kar dianî û ev jî rîskekê derdîxîne ku balafira sîxur bi balafira sivîl re qezayekê bike. Ji bo ku bûyerên wiha dubare nebin divê bergiriyên pêwist werin girtin.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Li Sûriyeyê 4 caran agirbest hat îxlalkirin'
    Rûsya, di Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê de bû sêyemîn
    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 109an'
    Balyozxaneya Rûsya ya li Enqereyê 19ê Gulanê pîroz kir
    Generalê brîtanî: ‘Dibe di navbera Rûsya û NATOyê de şerê çekên kimyewî derkeve'
    Etîketan:
    Balafira sîxurî ya RC-135, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Balyozxaneya Amerîkayê li Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de