20:31 27 Gulan 2018
Mihail Gorbaçov

Gorbaçov bersiv da berpirsê ûkraynî:'Ez bi te re nakevim nîqaşê'

© Sputnik / Alexander Vilf
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Yekîtiya Sovyetê yê berê Mihail Gorbaçov li hemberî daxuyaniya berpirsên ûkraynî ku gotin ‘em nahêlin Gorbaçov têkeve Ûkraynayê' ragihand ku jixwe Ûkrayna necihekî ku ez diçimê ye.'

Navenda Nûçeyan — Serokê Yekîtiya Sovyetê yê berê Mihail Gorbaçov li hemberî daxuyaniya berpirsên ûkraynî ku gotin ‘em nahêlin Gorbaçov têkeve Ûkraynayê' ragihand ku jixwe Ûkrayna necihekî ku ez diçimê ye.'

Mihail Gorbaçov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de derbarê qedexekirina wî ya Ûkraynayê de ragihand ku keyfa wan dizane. Jixwe Ûkrayna necihekî ku ez diçimê ye û ez bi berpirsên ûkraynî re nakevim nîqaşên devkî.

Çend roj berê şêwirmendê Wezîrê Navxweyî yê Ûkraynayê Anton Geraşenko ji Wezareta Derve û ji Dezgehê Ewlehî ya Neteweyî re pêşniyar kiribû ku bila ketina Gorbaçov a Ûkraynayê were qedexekirin. Her wiha Geraşenko bangî Brûkselê kiribû ku Gorbaçov qebûlî dewletên Yekîtiya Ewropayê nekin.

Piştî vê daxuyaniya Geraşenko, Gorbaçoj hevpeyvînek dabû Rojnameya The Sunday Timesa brîtanî. Gorbaçov di hevpeyvînê de gotibû, ez piştgiriya biryara Kremlînê ya ku Kirimê bi Rûsyayê ve girêdide dikim.

Bi heman mijarî:

Rûsya:'Li Sûriyeyê 4 caran agirbest hat îxlalkirin'
Rûsya, di Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê de bû sêyemîn
Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 109an'
Balyozxaneya Rûsya ya li Enqereyê 19ê Gulanê pîroz kir
Rûsya ji bo deynê xwe yê Ûkraynayê IMF hişyar kir
Etîketan:
Qedexekirina Gorbaçov a Ûkraynayê, şêwirmendê Wezîrê Navxweyî yê Ûkraynayê, Serokê Yekîtiya Sovyetê yê berê, Anton Geraşenko, Mihail Gorbaçov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de