02:52 19 Çile 2018
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Pûtîn bangî artêşa Ûkraynayê kir:'Li jiyangehan nedin'

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bangî artêşa Ûkraynayê kir û ragihand ku êrişen xwe yên rojhilatê welat li dijî jiyangeha rawestînin.

    Moskova — Ofîsa Ragihandina Kremlînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn bi serokê welatên endamên Çarmendiya Normandiyayê Fransa, Almanya û Ûkraynayê bi rêya telefonê axivî.

    Di axaftina telefonê de serokan ji bo çareseriya siyasî ya krîza rojhilatê Ûkraynayê axivîn û alîgiran behsa girîngiya sepandina agirbesta herêmê kir.

    Diyaloga Kievê ya Donetsk û Luganskê girîng e

    Her wiha Serokê Rûsyayê Pûtîn jî bangî grûbên çekdar ên ûkraynî ku bi Kievê ve giradiyî kir û ragihand ku divê êrişên çekdarî yên rojhilatê welêt li dijî jiyangeha werin rawestandin û bangî Kievê kir ku ji bo bi cih anîna Peymana Minskê divê Kiev bi grûbên Donetsk û Luganskê re rasterast têkeve diyalogê.

    Peşniyareke nû hat pêşkêşkirin

    Di vê navberê de hat ragihandin ku pêşniyareke ku gelê Donetsk û Luganskê piştgirî dida pakêtek ji bo serokê dewletên Çarmendiya Normandiyayê hat pêşkêşkirin û di nava vê pakêtê de hilbijartinên herêmî, statuya Donetsk û Luganskê, qanûna efûye û ademî merkeziyet cih digre.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Li Sûriyeyê 4 caran agirbest hat îxlalkirin'
    Rûsya, di Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê de bû sêyemîn
    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 109an'
    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 105an'
    Rûsya ji bo deynê xwe yê Ûkraynayê IMF hişyar kir
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Çarmendiya Normandiyayê, Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de