19:16 23 Hezîran 2018
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin - Serokdewletê Suriyeyê Beşar Esad

Pûtîn ji Esad re telgraf şand: Em ê bêceza nehêlin

© Sputnik / Aleksey Drujinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, ji bo kesên di êrîşên Lazkiyê û Tartûsê de jiyana xwe ji dest dane peyamek sersaxiyê ji Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad re şand.

Navenda Nûçeyan — Li gor daxuyaniya Kremlînê ji ber êrîşên ku herî kêm 130 kesî jiyana xwe ji dest daye Pûtîn telgraf şandiye ji Esad re. Putin di telgrafa xwe de gotiye ku, "Bi vê trajediyê delîleke nû ji bo xwezaya rêxistinên terorîst ên li hember gelê Sûriyê şerekî bixwîn dikin derketiye holê ku xwezayek dijmirovahî û hov e."

‘EM AMADENE KU BI SÛRIYÊ RE HEVKARIYÊ BERDEWAM BIKIN'

Pûtîn bal kişand ser hevkariya di navbera her dû dewletan de û got ku li hember terorê ew amadene hevkariya bi Sûriyê re berdewam bikim. Pûtin herweha diyar kiriye ku, "Ew sucdarên destên wan ketiye xwîna mirovên bêguneh, wê bêceza neyên hiştin".

Bi heman mijarî:

Li gundê Aliya ya Til Temirê teqîn:Kuşti û birîndar hene
Li Bexdayê teqîn
Li Girê Spî teqîn pêk hat
Li Qamişloyê teqîn pêk hat
Li Minbicê teqîn: 23 terorîst hatin kuştin
Etîketan:
xwekuj, Kremlîn, DAIŞ, Beşar Esad, Vladimir Putin, Tartûs, Lazkiye, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de