05:01 20 Sibat 2018
Zindî
    Konstantîn Kosaçev

    Kosaçev: Erdogan ji bo serokatiya xwe misoger bike, Yildirim anî ser serokwezîriyê

    © Sputnik/ Alexander Shalgina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokê Komîteya Wezareta Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosaçev, daxuyand ku Erdoganî Bînalî Yildirim ji bo serokatiya xwe misoger bike anî ser serokwezîriyê.

    Navenda nûçeyan — Kosaçev ji medyaya Rûsyayê re ragihand: ‘Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di kongreya AKPê de gihişt armanca xwe. Tirkiye ber bi rejîma dîktatoriyê ve diçe. Hemû hevalbendên NATOyê ji ber vê yekê endîşe dikin û naxwazin ray di destê yek kesî de be. AKPê bi helwesta xwe ya dawî ev endîşe zêde kir.'

    ‘DAVUTOGLU NE LI GORÎ DILÊ ERDOGAN BÛ'

    Kosaçev derheqê Davutoglu jî nirxandin kir û diyar kir ku  Davutoglu nedixwest ku Erdogan makeqanûnê li gorî xwe biguherîne. Davutoglu ne li gorî dilê Erdogan bû.

    ‘ERDOGAN WÊ GAVÊN BI TALÛKE BIAVÊJE'

    Kosaçev da zanîn ku daxwazên Erdogan her ku diçe zêdetir dibin û wiha pê de çû: ‘Vîna welêt wê di destê yek kesî de be. Erdogan bo daxwazên xwe bîne cih wê gavên bi talûke biavêje. Lewra jî divê mirov bo Tirkiye li hêviya encamên erênî nemîne.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, ji bo Zaman û Cumhuriyetê bertek nîşanî Erdogan da
    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
    Erdogan: 'Rûsya û Îran piştgirîye didin Beşar Esad'
    Şaşiya Erdogan a herî mezin li hemberî Rûsyayê çibû?
    KNK: Divê li hember hikumeta Erdogan bertek bêne dayîn
    Etîketan:
    paşketin, nato, dîktatorî, Konstantîn Kosaçev, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de