06:18 20 Sibat 2018
Zindî
    Mele Extar Mensur

    Ji Kremlînê hişyariya serokê Talîbanê yê nû

    © REUTERS/ Taliban
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Nûnerê Taybet ê Kremlîne li Afganîstanê Zamîr Kabulov ragihand piştî ku serokê rêxistina Talîbanê Mele Mensur hat kuştin dibe şer û pevçûnên Afganîstanê zêde bibin û hevdîtinên aştiyê têkevin metirsiyê.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Taybet ê Kremlîne li Afganîstanê Zamîr Kabulov di daxuyaniyên xwe de ragihand piştî ku serokê rêxistina Talîbanê Mele Axtar Mensur ji terefê balafirên Amerîkayê ve hat kuştin dibe şer û pevçûnên Afganîstanê zêde bibin û hevdîtinên aştiyê têkevin metirsiyê. Derbarê kuştina serokê Talîbanê de tu agahiyên zelal neketine destê me, lê bi îhtîmaleke mezin dibe hatibe kuştin.

    Fermandarên Talîban dê şerê xwe bidomînin

    Zamîr Kabulov di axaftina xwe de got:'Heke kuştina Mensur were serastkirin ev dê bandoreke mezin li hevdîtinên Talîban û hikumeta Afganîstanê yên aştiyê bike. Lewra kuştina Serokê Talîbanê dê şer û pevçûnan zêde bike, ji bo ku fermandarên Talîbanê yên qadê dê şerê xwe bidomînin.'

    Ev dê ji bo herkesî nexweş be

    Kabulov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Heke bi rastî Mensur hatibe kuştin îhtîmaleke mezin dê Siracuddin Heqqanî têkeve cihê wî. Heqqanî jî mirovekî pir tuj e, heke ew têkeve cihê Mensur ev dê ji bo herkesi nexweş be.'

    Desthilatiya Pakîstanê hat îxlalkirin

    Nûnerê Kremlînê li Afganîstanê di dawiya axaftina xwe de got:'Balafirên ku Mensur hedef girtin qada hewayî ya Pakîstanê îxlal kirin. Ji bo ku êriş li nav axa Pakîstanê qewimî divê Wezareta Derve bertek nîşan bida û ev li gorî me jî îxlala desthilatiya Pakîstanê ye.'

    Bi heman mijarî:

    Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
    Talîban li Afganîstanê herêmek bi dest xist
    Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
    Talîban li Afxanîstanê êrişî konvoya amerîkiyan kir
    Mûşeref: Me Talîban li hemberî Rûsyayê perwerde kir
    Etîketan:
    Wezareta Derva ya Pakîstanê, Kuştina Serokê TalîbanÊ, Nûnerê Taybet ê Kremlîne li Afganîstanê, Mele Extar Mensur, Zamîr Kabulov, Afganîstan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de