16:58 25 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn taximê Kanadayê ku bû şampiyonê Hokeya Bûzê ya Cihanê bi şexsê pîroz kir

Rûsya, di Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê de bû sêyemîn

© REUTERS / Maxim Shemetov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Rûsya îsal mahzuvaniya Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê dikir, herwiha tîma Amerîkayê têk bir, bû sêyemîn û madalyeya bronz bi dest xist.

Soçî - Rûsya îsal mahzuvaniya Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê dikir, herwiha tîma Amerîkayê têk bir, bû sêyemîn û madalyeya bronz bi dest xist. Di şampiyonayê de Kanada bû yekemîn.

Taximê hokeyê yê millî yê Rûsyayê taximê Amerîkayê bi skora 7-2 têk bir û di Şampiyoneya hokeya Bûz a Cihanê de bû sêyemîn. Di pêşbirka fînalê ya li Moskovayê de Kanada Finlandiya têk bir û bû yekemîn. Bi vî awayî Kanada bi vê şampiyonayê cara 26emîn li qoltuxê Şampiyoneya Hokeya Bûzê ya Cihanê rûnişt û ji Yekîtiya Sovyetê û vir ve piştî Rûsyayê ku 27 caran bibû şampiyon Kanada bû welatê dueymîn ku herî zêde şampiyonî bi dest xistiye.

Pûtîn taximê Kanada û Rûsyayê pîroz kir

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, lîstika fînalê ku ji 6ê Gulanê ve pêşbirka şampiyonayê didome li trîbûnê temaşe kir. Pûtîn şampiyonê pêşbirkê Kanada û taximê rûsî ku bibû sêyemîn bi şexsê xwe pîroz kir û di merasîma xelatdayînê de got:'Ez spasiya Kanadayê dikim ku ev spor bi cihanê da qezençkirin, ji bo bi kêrhatina wan ez spasiya taximê Finlandiyayê jî dikim. Her wiha spasiya taximê Rûsyayê dikim ku ew jî bûne sêyemîn. Bawerim alîgiran tiştên zedetir dixwestin, lê ev spor e. Hemû werzîşvan bi can û dil lîstîn.'

Bi heman mijarî:

Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 109an'
Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 105an'
Almanya:'Rûsya û Amerîka, dê îxlalên agirbestê yên Sûriyeyê vekolînin'
Pûtîn tevlî konsera orkestraya senfoniye bû
Dibe Pûtîn ji bo Olimpiyadên Rioyê here Brezîlyayê
Etîketan:
Şampiyoniya Hokeya Buzê ya Cihanê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Soçî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de