14:59 19 Sibat 2018
Zindî
    Bînalî Yildirim

    Ji Moskovayê bo Binali Yildirim daxuyanî

    © AP Photo/ Eckehard Schulz
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê komîteya têkiliyên navneteweyî yên Konseya Parlamentoya Federasyona Rûsyayê Vladimîr Cabarov ragihand ku hilbijartina Binali Yildirim tu guherandina li têkiliyên Moskova û Enqereyê nake.

    Moskova — Serokê komîteya têkiliyên navneteweyî yên Konseya Parlamentoya Federasyona Rûsyayê Vladimîr Cabarov di hevpeyvîna xwe ya Rojnameya Izvestiyayê de ragihand ku hilbijartina Binali Yildirim ji bo serokatiya giştî ya AKPê û bi serokwezîrtiya wî avabûna hikumeteke nû tu guherandinan di têkiliyên navbera Enqere û Moskovayê de nake.

    Yildirim dê li gorî xwestekên Erdogan tevbigere

    Vladimîr Cabarov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Lİ Tirkiyeyê guherandina hikumetê di prtatîkê de tiştekî naguherîne. Lewra li gorî tiştê xuyayî Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi biryar e ku Tirkiyeyê ji pergala parlementerî biguherîne pergala serokatî. Serokwezîr Ahmet Davutoglu li dijî vê derdiket, lewma îstîfa kir, lê Binali Yildirim kesêkî nêzî Erdogan e û dê li gorî xwestekên wî tevbigere.'

    Erdogan hemû piren navbera me şewitandin

    Cabarov di dirêjiya axaftina xwe de got:'Em dizanin Erdogan di axaftinên xwe yên dijberiya Rûsyayê de zêde diaxive. Her wiha Erdogan ji bo balafira xistî ya Rûsyayê jî lêborîn nexwest û ev red kir. Sedema wê jî tirsa newindakirina rûmetê bû. Em dikarin bêjin Erdogan bi vê helwesta xwe hemû pirên navbera me şewitandin û ji bo vê di têkiliyan de tu guherandin çênabe.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 109an'
    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 105an'
    Rûsya ji bo deynê xwe yê Ûkraynayê IMF hişyar kir
    Rûsya, lîsteya şirketên ku bikaribin karmendên tirk bidin xebitandin fireh kir
    Rûsya:'Artêşa Sûriyeyê êrişên DAIŞê şikandin'
    Etîketan:
    Serokê komîteya têkiliyên navneteweyî yên Konseya Parlamentoya Federasyona Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Vladimîr Cabarov, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de