14:05 18 Hezîran 2018
Aleksis Çipras û Vladimîr Pûtîn

Dîroka serdana Pûtîn a Yûnanîstanê diyar bû

© AFP 2018 / ALEXANDER ZEMLIANICHENKO
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 27 û 28ê Gulanê de ji bo serdaneke fermî dê here Yûnanîstanê.

Moskova — Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 27 û 28ê Gulanê de ji bo serdaneke fermî dê here Yûnanîstanê.

Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yuriy Uşakov di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokê Rûsyayê di 27 û 28ê Gulanê de ji bo serdaneke fermî dê here Yûnanîstanê. Hê jî li ser bernameya serdanê xebat didomin.

Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Kremlînê ku bi nivîskî ragihand, Serokê Rûsyayê Pûtîn di çarçoveya serdana Yûnanîstanê de wê bi Serokomar Prokopis Pavlopoulos û Serokwezîr Aleksis Çipras re hevdîtinên dualî pêk bîne.

Kremlînê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku her wiha di serdana Pûtîn ya Yûnanîstanê de hevkariyên ekonomîk, projeyên hevpar û çend proje dê werin îmzekirin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn:'Dibe em bi ASEANê re herêma bazirganî ya serbest ava bikin'
Peskov, sedema tevlînebûna Pûtîn a zîrweya Stenbolê eşkere kir
Pûtîn tevlî konsera orkestraya senfoniye bû
Dibe Pûtîn ji bo Olimpiyadên Rioyê here Brezîlyayê
Derî venebûye, çima Pûtîn rezîl dibe?
Etîketan:
Serdana Pûtîn a Yûnanîstanê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Aleksis Çipras, Prokopis Pavlopoulos, Yuriy Uşakov, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de