14:35 19 Sibat 2018
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova:'Bila Tirkiye bi metodên aştiyane pirsgirêka kurdan çareser bike'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li bajarê Soçiyê ku li qeraxa Deryaya Reş ya Rûsyayê ye civîna çapemenî ya heftane pêk tîne. Zaxarova, "Moskova bangî desthilata Tirkiyeyê dike ku bi metodên aştiyane kêşeyên xwe bi eqeliyeta kurd re çareser bike".

    Soçî - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li bajarê Soçiyê ku li qeraxa Deryaya Reş ya Rûsyayê ye civîna çapemenî ya heftane pêk tîne. Zaxarova di axaftina xwe de behsa pêşveçûnên civîna Grûba Dostên Sûriyeyê ya Navneteweyî kir û ragihand ku di civînê de nîqaşa tu planên nû nehatiye kirin û ev nûçeyên bi vî rengî ne rast in.

    Mariya Zaxarova di axaftina xwe de mijara ketina balafira Misrê jî nirxand û got:'Di balafirê ketî de hemwelatiyên Rûsyayê tunene, her wiha ez sersaxiyê ji malbatên kesên ku di balafirê de jiyana xwe ji dest dane dikim.'

    Nabe kiryarên terorîstî wekî maf were nîşandan

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got:'Endamên terorîst ên rêxistina El Nûsrayê li bajarokê Zara ya Hemaya Sûriyeyê gelek sivîl qetil kirin. Merhemeta terorîstan ji bo zarok û extiyaran jî tuneye. Li Sûrîyeyê bi tu awayî nabe çalakiyên terorîstan wekî mafdar werin nişandan.'

    Hikumeta Sûriyeyê ji bo agirbestê hewl dide

    Berdevka wezareta rûsî di axaftina xwe de got:'Li Sûriyeyê pêvajoya agirbestê di 27ê Sibatê de dest pê kir û heke li cihnan qismen îxlal hebe jî peymana agirbestê didome. Rewşa welat hê jî wekî berê rakêşayî ye. Hikumeta Sûriyeyê ji bo bernameya peymana agirbestê bi ser keve dixebite.'

    Dibe mûeyîdeyên ser Talîbanê werin nermkirin

    Zaxarova di dirêjiya axaftina xwe de got:'Rûsya, amade ye li Afganîstanê ji bo muzakereyan hevkarî û piştgiriyê bide û bi vê re heke rewşeke dijberiya neteweyî ya Afganîstanê dernekeve holê em dikarin di mijara mûeyîdeyên ser Talîbanê de nermayiyê bikin.'

    Bila Tirkiye bi metodên aştiyane kêşea eqeliyeta kurd çareser bike
    Berdevka wezreta rûsî wiha got: “Em piştgiriya banga Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan dikin ta ku biçin û li binpêkirinên li Amedê vekolînan bike”.

    Zaxarovayê iha dewam kir: “ Moskova bangî desthilata Tirkiyeyê dike ku bi metodên aştiyane kêşeyên xwe bi eqeliyeta kurd re çareser bike".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bersiv da Çavuşoglu:'Divê tu bê darizandin'
    Zaxarova bertek nîşanî BBCyê da
    Zaxarova:'Nûçeyên ku tirk û rûs hevdîtinê dikin pir ecêb in'
    Zaxarova bersiva nameya Alparslan Çelik da
    Zaxarova:'Dersînorkirina Kerîmov, îspata nebûna azadiya çapemeniyê ye'
    Etîketan:
    Grûba Dostên Sûriyeyê ya Navneteweyî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Soçî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de