07:00 19 Sibat 2018
Zindî
    Mariya Şaparova

    Dibe Şarapova dawiyê li kariyera xwe bîne

    © AFP 2018/ ROBYN BECK
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Federasyona Tenîsê ya Rûsyayê Şamil Tarpişev ragihand, ji bo ku di zikê Mariya Şarapovayê de madeya meldonyumê derketiyê dibe dawiyê li kariyera xwe bîne.

    Moskova — Serokê Federasyona Tenîsê ya Rûsyayê Şamil Tarpişev ragihand, ji bo ku di zikê Mariya Şarapovayê de madeya meldonyumê derketiyê dibe tenîsvana navdar dawiyê li kariyera xwe bîne. Her wiha testên wê yên dopîngê jî paqij derketin, lê niha di rewşeke gelekî xirab de ye.

    Şamil Tarpişev di berdewamiya axaftina xwe de rastî pirsa ‘gelo Şarapova dîsa wê tevlî turnuvayan bibe?' bersivand û got:'Pir bi guman û rewş gelekî xirab e, bi rastî jî rewşa wê giran e.'

    Mariya Şarapova ev deh sal in ji bo rewşa xwe ya tendirûstî madeya meldonyumê bi kar dianî.

    Her wiha Federasyona Tenîsê ya Navneteweyî (ITF) ji Şarapovayê re ji bo ku madeya meldonyumê bi kar dianî cezayê demkî yê menbûnê birîbû. Ji aliye din ve Bernameya Tekoşîna bi Dopîngê ya Tenisê (TAPD) hetanî lêpirsîna derheqê Şarapovayê de biqede wê ji musabeqeyan dûr xist.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Li Sûriyeyê hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 105an'
    Rûsya:'Artêşa Sûriyeyê êrişên DAIŞê şikandin'
    Rûsya: Divê Tirkiyeyê di meseleya sînorên Sûriyeyê de bê qanîkirin
    Rûsya:'Dibe em tevahiya îtxalata Tirkiyeyê ranewestînin'
    Rûsya:'Hedefa Amerîka ya nû welatên Amerîkaya Latin in'
    Etîketan:
    Federasyona Tenîsê ya Navneteweyî (ITF), Tekoşîna bi Dopîngê ya Tenisê (TAPD), Serokê Federasyona Tenîsê ya Rûsyayê, Mariya Şarapova, Şamil Tarpişev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de