13:23 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Dibe Pûtîn ji bo Olimpiyadên Rioyê here Brezîlyayê

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di meha tebaxê de ji bo merasîma vekirina Olimpiyadên Rioyê dive here Brezîlyayê.

    Moskova — Li gorî çapemeniya Brezîlyayê, digel krîza siyasî ku Serokê welat Dilma Rousseff ji wezîfeyê hat dûrxistin jî dibe Serokê Rûsyayê Vladimîr di 5ê Tebaxê ji bo merasîma vekirina Olimpiyadên Rioyê were Brezîlyayê.

    Ji aliyê din ve li gorî Rojnameya Izvestiyayê ku dispêre çavkaniyekî pile bilind ê Kremlînê ragihand ku digel ku Senatoya Brezîlyayê Dilma Rousseff ji wezîfê dûr jî xist dîsa amadehiyên Pûtîn ên çûna Brezîlyayê ji bo Olimpiyadên Rioyê didomin.

    Li gorî axaftina çavakaniyê Kremlînê, dibe Serokê Rûsyayê Pûtîn di serdana xwe ya Brezîlyayê de Michel Temerê ku kete şûna Rousseff re hevdîtinekê bike.

    Her wiha Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de diyar kir ku raste ku Pûtîn ji bo merasîma vekirina Olimpiyadên Rioyê hatiye vexwendin, lê ji bo çûnê hê biryara dawî nehatiye dayîn.

    Pûtîn amadehiyên serdana Yûnanîstanê dike

    Misteşarê Balyozê Rûsyayê yê li Atinayê Oleg Bredihin got:'Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê serdana Yûnanîstanê bike û heta demeke nêzîk wê dîroka serdanê diyar bibe. Niha amadehiyên serdana Pûtîn ya Yûnanîstanê têne kirin. Alîgir derbarê serdanê de wê daxuyaniyên pêwist bikin. Em jî wekî Balyozxaneya Rûsyayê li Atinayê em ê vê ji raya giştî re par ve bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn derbarê pergala parastina moşekê de daxuyanî da
    Pûtîn, puanekî baş da çekên rûsî yên li Sûriyeyê hatin bikaranîn
    Pûtîn, bi rêya telefonê li Kirimê tevlî civînekê dibe
    Pûtîn rînga bûzê hejand
    Pûtîn û Sîsî, bergiriyên ewlehî yên balafirxaneya Misrê axivîn
    Etîketan:
    Olimpiyadên Rioyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Michel Temer, Vladimîr Pûtîn, Dilma Rousseff, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de