13:58 22 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova:'Dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan li Viyanayê bicivin'

© Sputnik / Yevgeniy Odinokov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna heftane li dar dixe. Zaxarova ragihand ku dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan li Viyanayê hevdîtinekê bikin.

Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna heftane li dar dixe. Zaxarova ragihand ku dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan li Viyanayê hevdîtinekê bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna heftane li dar dixe. Zaxarova ragihand ku dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan jji bo pirsgirêka Çiyayê Qerebaxê li paytextê Avusturyayê li Viyanayê hevdîtinekê bikin. Heke ev hevdîtin pêk were dê Wezîrên Derve yên Rûsya, Amerîka û Fransa jî tevlî bibin.

Di çareseriya krîza Sûriyeyê de em di vegereke girîng de ne

Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got:'di çareseriya krîza Sûriyeyê de em di vegereke girîng de ne, lewra divê em çavkaniyên aborî yên grûb û rêxistinên terorîst li Sûriyeyê bloke bikin û em ê di vê de bi îsrar bin. Me gelek caran ev ji hevalbendên xwe re jî got, divê kanal û çavkaniyên aborî yên grûbên terorîst werin birîn û zûwakirin. Ji van kanala herî fireh, sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ye.'

Rûsya jî bergiriyên leşkerî û ewlehî dinirxîne

Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got:' Mertala parastina moşeka ku Amerîka li Romanyayê aktîf kir ji bo ewlehiya navnetweyî metirsiyeke cidî ye. Lewra Rûsya, ji vê aktîfkirina mertalê parastina moşekî ya Romanyayê li gorî hinek encaman derdixîne, bergiriyên leşkerî û ewlehî dinirxîne.'

Zaxarova got:'Berê çend caran me ji Amerîkayê re got, heke hûn bixwazin ewlehiya Ewropaya Rojhilat zêde bikin werin em bi hev re pergaleke parastinê avabikin, lê ev qebûl nekirin. Heke ev mertala parastina moşekan a NATOyê ne li dijî Rûsyayê ji bo çi nexwestin bi me re bixebitin.'

Dadgeriya Tirkiyeyê sûcdarekî paqij derdixîne

Berdevka Wezareta Derva ya Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de mijara kujerê pîlotê rûsî Alparslan Çelik ku doza wî bêşopandin hat girtin nirxand û got:'Ev pozîsyona berpirsên tirkî pirs û metirsiyên cidî diafirîne. Jixwe li hemberî raya giştî sûcê xwe eşkere kiribû, xuyaye dadgeriya Tirkiyeyê dixwaze sûcdarekî bi zanebûn paqij derxîne.'

Ya rastî ez ne bijîşk im

Zaxarova di civîna çapemenî de rastî pirsa ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan gotibû ‘Deryaya Reş vediguhere gola rûsî' bersivand û got:'Heke ez rastî bersiv bidin, ez ne bijîşk im.'

 

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya:'Em tevahiya îtxalata fekî û sewzeyê ji Tirkiyeyê tê qedexe dikin'
Rûsya:'100 cihadîst ji Tirkiyeyê çûn û tevlî El Nûsrayê bûn'
Rûsya daxwaza kurdan a xweseriyê çawa dinirxîne?
Rûsya:'Li Sûriyeyê grûbekê din tevlî agirbestê bû'
Kerry: ‘Eger Rûsya nebûya agirbest li Sûriyayê nedihat ragihandin'
Etîketan:
Mertala parastina moşeka Romanyayê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de