19:55 18 Hezîran 2018
Kremlîn, Moskova, Rûsya

Kremlîn:'Mertala moşeka Amerîka ya li Romanyayê ji bo Rûsyayê tehdîd e'

© Fotolia / / vesta48
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku mertala parastina moşeka Amerîka ya li Romanyayê dê aktîf bike û ev jî ji bo Rûsyayê tehdîd e.

Moskova - Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov di civîna çapemenî de diyar kir ku mertala parastina moşeka Amerîka ya li Romanyayê dê aktîf bike û ev jî ji bo ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê tehdîd e. Bila gumana tu kesî tunebe.

Naxwe armanca pergalê çiye?

Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got.'Serê pêşî digotin me ev mertala parastinê ji bo tehdîd û êrişên moşekî yên Îranê dîzayn û avakiriye. Lê em hemû jî baş dizanin di rewşa Îranê de gelek tiştên girîng guherîn. Başe em pirs bikin armanca pergala parastina moşekê çiye? her wiha Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî heman pirs anîbû ziman. Rûsya ji bo ewlehiya neteweyî bergiriyên pêwist digire.'

Bi heman mijarî:

Ji Kremlîn bo NATOyê: Rûsya bo ti kesan ne tehdît e!
Kremlîn:'Ji bo hevkariya hevdîtinên Sûriyeyê em ji herkesi re vekirîne'
Kremlîn:'Jetên rûsî êrişî balafirên Îsraîlê nekirine'
Kremlîn:'Paşxistina hevdîtinên Cenevreye me ditirsîne'
Kremlîn:'Divê hevdîtinên Cenevreyê bidomin'
Etîketan:
Mertala parastina moşeka Romanyayê, Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de