00:02 23 Sibat 2018
Zindî
    Fêkî û sewze

    Rûsya:'Em tevahiya îtxalata fekî û sewzeyê ji Tirkiyeyê tê qedexe dikin'

    © Flickr/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Cîgirê Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yên Rûsyayê Aleksey Alekseyenko ragihand ku hefteya pêşiya me, em tevahiya îtxalata fêkî û sewzeyê Tirkiyeyê qedexe dikin.

    Moskova — Cîgirê Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yên Rûsyayê (Rosselhoznadzor) Aleksey Alekseyenko di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku hefteya pêşiya me, em tevahiya îtxalata fêkî û sewzeyê Tirkiyeyê qedexe dikin. Hefteya borî li Moskovayê me hemkarên xwe yên tirkî ezibandin û me pirsgirêkên berhemên çandinî yen wekî kêzik û madeyên bi zirar nirxandin. Hemkarên me yên tirk gotin em ê derbarê van mijaran de agahiyê bidin we.

    Aleksey Alekseyenko di axaftina xwe de got:' Lê hê jî ji Enqereyê tu agahî nehatiye û berhemên bi zirar jî dikevin nava bazara Rûsyayê. Bi vê sedemê me duhî îtxalata marol û hinek şînayî qedexe kir. Lê hefteya pêşiya me dibe em îtxalata hemû berhemên çandinî qedexe bikin û îhtîmaleke mezin ev dê bibe.'

    Ev qedexeyeke demkî ye

    Alekseyenko di berdewamiya axaftina xwe de got:'Ev qedexekirina îtxalata berhemên çandinî demkî ye, lê em nizanin dê heta kengî bidome. Em dixwazin berhemên xweş û paqij werin welatê me 3u ev ne tiştekî nû ye. Me berê jî çend caran ji bo kêzik û madeyên bi zirar berpirsên Tirkiyeyê hişyar kiribû. Em daxwaza xebatên şênber dikin. Lê hê jî ev berhem têne Rûsyayê.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'100 cihadîst ji Tirkiyeyê çûn û tevlî El Nûsrayê bûn'
    Rûsya daxwaza kurdan a xweseriyê çawa dinirxîne?
    Rûsya:'Li Sûriyeyê grûbekê din tevlî agirbestê bû'
    Kerry: ‘Eger Rûsya nebûya agirbest li Sûriyayê nedihat ragihandin'
    Rûsya:'70 terorîst bi çekên xwe ve ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'
    Etîketan:
    Qedexekirina itxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê, Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yên Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Aleksey Alekseyenko, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de