10:27 18 Hezîran 2018
Veronika Kraşeninnikova

Pispora siyasî:'Divê Tirkiye kujerê pîlotê me ceza bike'

© Sputnik / Vladimir Trefilov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Pispora siyasî ya rûsî Veronîka Kraşeninnikova ragihand ku divê kujerê pîlotê balafira rûsî Oleg Peşkov ku di 24ê Mijdarê de li sînorê Sûriyeyê xistibû ceza bike.

Moskova — Pispora siyasî ya rûsî Veronîka Kraşeninnikova di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku hê jî pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re rast nebûn, sedema vê jî Tirkiye hê lêborîn nexwestiye û kujerê pîlotê me Oleg Peşkov ceza nekiriye. Divê kujerê pîlotê balafira rûsî Oleg Peşkov ku di 24ê Mijdarê de li sînorê Sûriyeyê xistibû ceza bike.

Tiştê ku li pîlotê me hat kirin êrişa terorî bû

Veronîka Kraşeninnikova di axaftina xwe de got:'Tirkiyeyê li hemberî Rûsyayê xeletiyeke mezin kir, divê li balafira rûsî nexistibûna. Tew ev têrê nekir, pîlotê me ku xwe bi pereşutê avêt qetil kirin. Navê vê êrişa terorî ye û ev li dijî qaîdeyên navneteweyî ye. Divê Tirkiye pêşî ev qatil bigirtana. Lê Enqere ne qatil girtin û ne jî ji Rûsyayê lêborîn xwest. Qatilên pîlotên me îro bi serbestî digerin.'

Gelê tirk dostê me ye û dê her dost bimîne

Kraşeninnikova di berdewamiya axaftina xwe de got:'Divê Rûsya, têkiliyên xwe yên bi rêvebiran û gelê Tirkiyeyê re ji hev veqetîne. Lewra gelê tirk dostê me ye û dê her dostê me bimîne. Em du welatên cîran in. Tu pirsgirêka me bi gelê Tirkiyeyê re tuneye. Lê gavên siyasî yên rêvebiriya Tirkiyeyê têkiliyên me xistin rêya nehatê.'

Bi heman mijarî:

Rûsya:'100 cihadîst ji Tirkiyeyê çûn û tevlî El Nûsrayê bûn'
Rûsya daxwaza kurdan a xweseriyê çawa dinirxîne?
Rûsya:'Li Sûriyeyê grûbekê din tevlî agirbestê bû'
Kerry: ‘Eger Rûsya nebûya agirbest li Sûriyayê nedihat ragihandin'
Rûsya:'70 terorîst bi çekên xwe ve ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'
Etîketan:
Başxistina têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Cezakirina kujerê pîlotê rûsî, Pispora siyasî ya rûsî, Oleg Peşkov, Veronîka Kraşeninnikova, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de