08:32 26 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Ebdulfetah El Sîsî

    Pûtîn û Sîsî, bergiriyên ewlehî yên balafirxaneya Misrê axivîn

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 410

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî bi rêya telefonê axivîn.

    Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî bi rêya telefonê axivîn.

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Pûtîn û Sîsî ji bo ku dîsa seferên balafirên Rûsyayê yên Misrê dest pê bikin û bergiriyen ewlehî yên balafirxaneyê binirxînin axivîn, her wiha her du serokan jî ji bo girtina bergiriyên ewlehî û dest pê kirina seferan mutabiq man.

    Ofîsa ragihandinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:'Pûtîn û Sîsî rewşa Libya, Sûriye, rojeba herêmê û ya navneteweyî nirxandin.'

    Di vê çarçoveyê de Serokomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî pesnê xebat û hewldanên Rûsyayê yên ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û tekoşîna dijî terorîzmê da.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn:'Çekên rûsî başbûna xwe li Sûriyeyê îspat kirin'
    Pûtîn bi nûnerê pîşesaziya parastinê re civînekê li dar dixe
    Pûtîn, bi wêneyê bavê xwe li Meydana Sor e
    Pûtîn, yek ji '10 kesên herî zêde hêjayî rêzlêgirtinê' ye
    Gelê Rûsyayê biryara Pûtîn yê herî serkeftî hilbijart
    Etîketan:
    Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê, Serokomarê Misrê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Ebdulfetah El Sîsî, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de