08:06 24 Îlon 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn:'Çekên rûsî başbûna xwe li Sûriyeyê îspat kirin'

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1020

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku di operasyonên Rûsya yên li Sûriyeyê de, çekên rûsî bandor û kalîteya bi awayekî eşkere nîşan da.

    Soçî — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bajarê Soçiyê di civîna serkarên parastinê de ragihand ku di operasyonên Rûsya yên li Sûriyeyê de, çekên rûsî bandor û kalîteya bi awayekî eşkere nîşan da.

    Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de got:'Êrişên bi bandor ya hêza hewayiya Rûsyayê li dijî bingeh û çeperên grûbên terorîst di tekoşîna dijî terorîzmê de bû sedema mîladeke nû.'

    Li Sûriyeyê hê jî rewş tevlî hev e

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got:'Êrişên bi bandor ên li dijî bingehên rêxistinên terorîst a DAIŞ û El Nûsrayê, di tekoşîna dijî terorîzmê de rûpelekî nû vekir. Lê hê jî rewş li Sûriyeyê tevlî hev e û divê artêşa Sûriyeyê hê gelek tiştan bike. Lê ya herî

    Vladimîr Pûtîn, li Moskovayê tevlî meşa Alaya Nemiran bû
    © Ruptly. Илья Питалев
    girîng, ji bo çareseriya siyasiya welat divê şert û mercên hewceyî werin afirandin. Ji bo vê em hêvî dikin hevkariya bi hevalbendê me ya Amerîkayê re guherînên baş ûerênî bi xwe re bîne.'

    Serokê Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got:'Her wiha Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li Sûriyeyê ji 10 hezaran zêdetir sortî kirin û hem ji hewayê û hem jî ji bejê 115 moşekên kruz avêtin hedefên terorîstan. Di van êrişan de 200 tesîsên petrolê û ji 30 hezarî zêdetir hedefên aîdî grûbên terorîstan hatin îmhakirin.'

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bi nûnerê pîşesaziya parastinê re civînekê li dar dixe
    Pûtîn, bi wêneyê bavê xwe li Meydana Sor e
    Pûtîn, yek ji '10 kesên herî zêde hêjayî rêzlêgirtinê' ye
    Gelê Rûsyayê biryara Pûtîn yê herî serkeftî hilbijart
    Muxalîf jî piştgiriya Pûtîn dikin
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Operasyonên Rûsyayê li Sûriyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Soçî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de