04:26 24 Îlon 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn bi nûnerê pîşesaziya parastinê re civînekê li dar dixe

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 601

    Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn vê hefteya pêşiya me wê bi Wezareta Parastinê û bi nûnerên Kompleksa Pîşesaziya Parastinê re hevdîtinekê li dar bixe.

    Moskova - Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokê Rûsyayê Pûtîn li Soçiyê wê cara heftemîn bi Wezareta Parastinê û bi nûnerên Kompleksa Pîşesaziya Parastinê re were cem hev û ev hevdîtin dê roja çarşem û pênçşemê bidomû û roja înê jî wê civîna dawî ya encamê li dar bixe.

    Vladimîr Pûtîn, li Moskovayê tevlî meşa Alaya Nemiran bû
    © Ruptly. Илья Питалев
    Pûtîn, serokên Gurcistan û Ûkraynayê pîroz nekirin

    Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Pûtîn ji bo pîrôzbahiyên Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê Serokê Ûkraynayê Pyotr Poroşenko û Serokê Gurcistanê Georgiy Margvelaşvili pîroz nekiriye.'

    Berdevkê Kremlînê Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got:'Sedema ku Pûtîn Poroşenko û Margvelaşvili pîroz nekir ji bo ku di navbera wan de diyalogeke siyasî tuneye û tu helwesteke neyînî li hemberî gelê Gurcistan û Ûkraynayê jî ne mijara axaftinê ye.'

    Dmitriy Peskov di dawiya axaftina xwe de got:'Pûtîn cejna 9ê Gulanê ya Roja Serkeftinê li gelê Ûkrayna û Gurcistanê pîroz kir.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, bi wêneyê bavê xwe li Meydana Sor e
    Pûtîn, yek ji '10 kesên herî zêde hêjayî rêzlêgirtinê' ye
    Pûtîn, li Moskovayê tevlî merasîma Paskalyayê bû
    Pûtîn ji bo moşeka Vostoçniyê erza Cîgirê Serokwezîr bir
    Pûtîn jî ket lîsteya 100 kesên ku herî bandor yên li Cihanê ne
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Dmitriy Peskov, Georgiy Margvelaşvili, Pyotr Poroşenko, Vladimir Pûtîn, Soçî, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de