11:42 21 Hezîran 2018
Meşa kirimiyan a ji bo Alaya Nemiran

Li Kirimê jî meşa ‘Alaya Nemiran' hat lidarxistin

© REUTERS / Max Vetrov
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Gelê Kirimê jî ji bo bîranîna leşkerên Yekîtiya Sovyetê ku di şerê dijî Naziyan de jiyana xwe ji dest dabûn meşiyan. Serdozgera Kirimê Natalya Poklonskaya jî tevlî meşa bajarê Simoeropolê bû.

Kirim — Gelê Kirimê jî ji bo bîranîna leşkerên Yekîtiya Sovyetê ku di şerê dijî Naziyan de jiyana xwe ji dest dabûn meşiyan. Serdozgera Kirimê Natalya Poklonskaya jî tevlî meşa bajarê Simoeropolê bû.

Li bajarên Kirimê gel li Simferopol, Kerç û Feodosiyayê ji bo bîranîna 71emîn ‘Alaya Nemiran' ku di şerê cihanê yê duyemîn de li dijî Naziyan jiyana xwe ji dest dabûn meşek li dar xistin. Kirimiyên ku tevlî meşe bûn wêneyên bavpîrên xwe yên ku di Şerê Welat ên mezin de şer kiribûn hildan.

Meşa bajarê Simferopolê ku 15 hezar kirimi tevlî bûn Serdozgera Kirimê Natalya Poklonskaya jî hebû. Poklonskaya ku wêneyê Çar Nîkolayê duyemîn bilind kir ragihand ku sala borî beriya merasîma Roja Serkeftinê me serdana gaziyan kiribû, gaziyekî ji min re got û daxwaz kir ku, min Çar Nîkolay Aleksandrovîç dîtiye û ez dixwazim ew jî di meşa ‘Alaya Nemiran' de cih bigre.

Bi heman mijarî:

Li Sûriyeyê merasîma Roja Serkeftinê
Li Stenbolê jî Roja Serkeftinê hat pîrozkirin
Rûsyayê salvegera 71emîn a Roja Serkeftinê pîroz kir
Klîba Natalya Poklonskaya ya ‘Roja Serkeftinê' kete weşanê
Li Meydana Sor ji bo Roja Serkeftinê prova tê kirin
Etîketan:
Roja Serkeftina Rûsyayê, Meşa bîranîna Alaya Nemiran, Serdozgera Kirimê, Natalya Poklonskaya, Kirim, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de