23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sergey Ryabkov

    Rûsya: Biryara ‘bêdengiya çekan' nehatiye binpêkirin

    © Sputnik/ Andrei Stenin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku li Sûriyê rîayet li biryara ‘bêdengiya çekan' hatiye kirin ku duh ketibû meriyetê.

    Rûsya — Ryabkov ji Sputnikê re axivî û got ku "Qasî ez di çapemeniyê de dibînim, rîayet li rejîma 'bêdengiyê' têkirin ku li Sûriyê hatibû ragihandin. Ji bilî vê ti detayên din nînin ku ez bidim we".

    Rûsya û DYAyê duh li hev kiribûn ku piştî nîvê şevê ji bo Taxa Guta ya Rojhilatê Şamê 24 saetan û ji bo bakûrê Lazqiyê jî 72 saetan ‘bêdengiya çekan' çêbibe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê ji bo ‘bêdengiya çekan' li hev kirin
    Etîketan:
    Bêdengiya Çekan, Sputnik, Sergey Ryabkov, Şam, Sûriyê, Lazqiyê, Taxa Guta
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de