15:01 12 Kanûn 2017
Zindî
    SU-27

    Rûsyayê îdîayên Amerîkayê derewand: Balafira me li gor pîvanan difiriya

    © Sputnik/ /İgor Zarembo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov, îdiayên Amerîkayê derewand ku dibêjin li Behra Baltikê balafira Rûsî ya Su-27ê balafira Amerîkî ya RC-135U zivêr kiriye. Konaşenkov got ku "balafira me li gor pîvanên navdewletî tevdigeriya".

    Rûsya — Konaşenkov ji rojnamegeran re derbarê îdiayên Amerîkayê de nirxandin kir. Berdevkê Wezîr diyar kir ku "Êdî em hêdî hêdî hînî wan heqaretên Pentagonê bûne ku dibêjin balafirên Rûs, li sînorên Rûsyayê tevgerên ‘dijprofesyonel' dikin. Temamê firên ku balafirên Rûsî pêktînin li gor pîvanên derbarê bikaranîna qada asmanî ya navdewletî ye."

    ‘BALAFIRA DYAYÊ NÊZÎKÎ LI SÎNORÊ RÛSYAYÊ DİKİR'

    Herweha Konaşenkov ragihand ku balafira DYA ya RC-135Uyê xwestiye nêzîkî sînorê Rûsyayê bibe û ev agahî bi rojnamevanan par ve kir: "Em dixwazin balê bikişînin ser wê rewşê ku balafira keşfê ya DYAyê RC-135U bi awayekî ‘weşartî' xwestiye ku nêzîkî sînorê Rûsyayê. Ji bo ku numare û tîpa balafirê nas bikin hêzên me yên asmanî balafirên me firandin.

    ‘DU RÊ HENE'

    Konaşenkov derbarê çareseriyê de du rêyan nîşan dide ku ew jî ev in: "Ji bo vê pirsgirêka Hêzên Asmanî yên DYAyê du rê hene. Yan nêzîkî sînorên me nefirin yan jî ji bo ku ji hêla radarên me bên tespîtkirin divê transponderan vekin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Kerry li ser agirbesta Sûriyayê axivîn
    Etîketan:
    RC-135U, Pentagon, Îgor Konaşenkov, Behra Baltikê, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de