07:51 12 Kanûn 2017
Zindî
    Balafir

    Amerîka îdia dike ku balafira Rûsî, dîsa balafirên wan 'zivêr' kiriye

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate îdîakirin ku balafireke Rûsî ya Su-27ê li Behra Baltikê gelek nêzîkî balafira keşfê ya Amerîkayê firiyaye ku gihiştiye asteke xeter.

    Navenda Nûçeyan — Piştî hate îdîakirin ku du balafirên Rûsyayê li Behra Baltikê destroyêra DYAyê zivêr kiriye, niha jî tê gotin ku balafirek Rûsî ya Su-27ê, li heman herêmê gelek nêzîkî balafirek Amerîkî ya RC-135ê firiya ye.

    Derbarê îdiayan de Berdevkê Fermandariya Ewropa yê DYAyê Davîd Westover ji Spûtnîkê re da xuya kirin ku "Balafira DYAyê li qada asmanî ya navdewletî de difiriya û qet nekete sînorê Rûsyayê. Ev tevgera li dijprofesyonelî û xeter dikarîbû zirareke cidî bidaya xebatkarên me û biba sedem ku birîndar bibûna.

    Herweha Westover îdia kir ku balafira Amerîkî xebata xwe ya rûtîn pêk tanî.

    ‘EV DI KARE BIBE SEDEMA ALOZIYÊ'

    Berdevkê Pentagonê Michelle Baldanza jî ji Spûtnîkê re axivî û heman îdia dûbare kir. Baldanza derbarê bûyerê de wiha axivî: "Tiştê ku pîlotê Rûsî kiriye nê karekî profesyonele. Dikarîbû zirar bidaya xebatkarên me û wê ev jî biba sedema wî tiştî ku di navbera her dû dewletan de  alozî derkeve".

    Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov, îdiayên berê yên ‘zivêrê' qebûl nekiribû û diyarkiribû ku balafirên Rûs li Behra Baltikê wezîfeyekê pêk tînin.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer Su-34 û Su-35ê yên Rûsyayê
    Etîketan:
    Balafira Amerîkayê, Balafira Rûsî, Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Berdevkê Pentagonê, Berdevkê Fermandariya Ewropa yê DYA, İgor Konaşenkov, Michelle Baldanza, Davîd Westover, Rûsya, Ewropa, DYA, Behra Baltikê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de