20:04 21 Sibat 2018
Zindî
    Aleksandr Prohorenko

    Cenazeyê Ramboyê rûsî gihîşte Moskovayê

    © REUTERS/ Facebook
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Cenazeyê Leşkerê rûsî Aleksandr Prohorenko ku di operasyona bajarê dîrokê yê Palmîrayê de jiyana xwe ji dest dabû û wekî ‘Ramboyê Rûsî' dihat zanîn gihîşte Moskovayê.

    Moskova — Cenazeyê Leşkerê rûsî Aleksandr Prohorenko ku di operasyona bajarê dîrokê yê Palmîrayê de jiyana xwe ji dest dabû û wekî ‘Ramboyê Rûsî' dihat zanîn gihîşte Moskovayê.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî wezareta me qahremanê Federasyona Rûsyayê Aleksandr Prohorenko cenazeye wî ji destê terorîstan hat derxistin û gihîşte Moskovayê, ev ji bo me rûmetek mezin e.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku cenazeye ramboyê rûsî piştî karên taybet ên berpirsên hikumeta Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gihîşte Moskovayê.

    Leşkerê rûsî Aleksandr Prohorenko di operasyonên rizgarkirina bajarê dîrokî yê Palmîrayê de, dora wî ji terefê terorîstan ve hatibû girtin û digel wê jî kordînat dabûn balafirên rûsî ku wan terorîstên derdora wî bombebaran bike û di wê bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê helwesta Prohorenko madalya ‘Qahremanê Rûsyayê' dane.

    Bi heman mijarî:

    YPGê ji bo cenazeya leşkerê rûsî 4 emîrên DAIŞê serbest berda
    Cenazeyê leşkerê rûsî gihişt Rûsyayê
    ÎDİA - Piştî operasyona Rûsyayê bi 100an leşkerê Îranê derbasî Sûriyê bûne
    Ramboyê rûsî li Palmirayê jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Hikumeta Sûriyeyê, YPG, Leşkerê artêşa Rûsyayê, Aleksandr Prohorenko, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de