12:24 19 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova:'Nûçeyên ku tirk û rûs hevdîtinê dikin pir ecêb in'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1101

    Berdevka Wezaretê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku nûçeyên ku wê rayedarên Rosselhoznadzor û Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê hevdîtinekê bikin pir ecêb in.

    Moskova - Berdevka Wezaretê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku nûçeyên ku wê rayedarên Ajansa Venêrina Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) û Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê dê îro hevdîtinekê pêk bînin pir ecêb in.

    Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got:'Ev hevdîtin di dezgehên weşan û çapemeniyê de wekî ku bi Enqereyê re têkilî normalîze dibin û Rûsya dixwaze wekî berê sewze û fêkî îtxal bike tê nişandan û şîrovekirin. Ev rewş û şîrove me şaş kir.'

    Zaxarova di dirêjiya axaftina xwe de got:' Di hevdîtina Moskovayê de wê normên paqijiya berhemên çandinî yên îtxal werin nirxandin û di asta pisporan de wê mijarên teknîkî werin giftugokirin.'

    Cîgirê Serokê Ajansa Venêrina Berhemên Çandinî ya Rûsyayê Aleksey Alekseyenko ragihadibû ku ji bo axaftina pirsgirêkên berhemên çandinî ku ji Tirkiyeyê têne îtxalkirin di 26ê Nîsanê de wê heyeteke berpirsên tirk were Moskovayê.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bersiva nameya Alparslan Çelik da
    Zaxarova:'Dersînorkirina Kerîmov, îspata nebûna azadiya çapemeniyê ye'
    Zaxarova: Çi guleyê biavêjin Rûsyayê ew ê li Ewropayê bikeve
    Zaxarova:'Me Çelik ji Tirkiyeyê xwest, lê hê bersiv nehatiye'
    Zaxarova:'Nebûna kurdan li Cenevreyê dibe sedem ku federalîzmê îlan bikin'
    Etîketan:
    Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê, Ajansa Venêrina Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Berdevka Wezaretê Derve ya Rûsyayê, Aleksey Alekseyenko, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de