12:55 20 Tebax 2017
Zindî
    Alparslan Çelîk

    Balyozê Rûsyayê: Parastina Alparslan Çelîk negihişt destên me

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 801

    Balyozê Rûsyayê daxuyad ku parastina Alpaslan Çelîk yê ku wekî sûcdarê xistina balafira rûsî û kuştiyê pîlotê balafirê tê dîtin negihiştiye destên wan.

    Navenda nûçeyan — Alparslan Çelîk bi îdiaya ku sînorên Tirkiyeyê îxlal dike balafira Rûsyayê ya leşkerî xistibû. Hate îdiakirin ku dema ku pîlotê balafirgehê bi paraşûtê xwe xwest ku xelas bike jî ji aliyê Çelîk ve hate kuştin. Çelîk piştî vê bûyerê bi demekê hate Îzmîrê û li wê derê hate binçavkirin. Niha jî Baloyê Rûsyayê li hêviya parastina Alparslan Çelîk wekî bersûcê kuştina pîlotê rûsî Oleg Peşkov tê sûcdarkirin e.

    Balyozê Rûsyayê Aleksandr Leşukov ji medyaya Rûsyayê re axivî û wiha got: ‘Derheqê parastina Çelîk de tu agahî û belge nehat ji me re. Em nizanin ku dê çawa bigihînin destên me. Em li hêviyê ne.'

    Hêjayî gotinê ye ku Berdevka Wezareta Karên Derve Mariya Zaxarova diyar kiribû ku ew dixwazin îfadeya Alparslan Çelîk ya derheqê kuştina pîlotê rûsî de bi awayekî zelal û baş hîn bibin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bersiva nameya Alparslan Çelik da
    Zaxarova:'Dersînorkirina Kerîmov, îspata nebûna azadiya çapemeniyê ye'
    Zaxarova: Çi guleyê biavêjin Rûsyayê ew ê li Ewropayê bikeve
    Balyozê berê yê Amerîkayê, spasiya Rûsyayê bo Palmîrayê kir
    Wezareta Karên Derveyê ya Tirkiyeyê gazî Balyozê Rûsyayê kir
    Tirkiyeyê gazî Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kir
    Etîketan:
    pîlotê rûsî, rûsya, balafir, Aleksandr Leşukov, alparsaln çelîk, Mariya Zaxarova, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de