09:10 22 Gulan 2018
    Hemîn Hewramî

    Kurdistan li benda sewqîyata amûrên leşkerî yên Rûsyayê ye

    © Foto : facebook
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Berpirsê Têkiliyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî ragihand ku Kurdistan li benda sewqîyata amûrên leşkerî yên Rûsyayê ne.

    Moskova — Berpirsê Têkiliyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî li Moskovayê di civîna çapemenî de ragihand ku Kurdistan li benda sewqîyata amûrên leşkerî yên Rûsyayê ne.

    ​Hemin Hewramî di axaftina xwe ya Moskovayê de got:'Ez li ser navê Kurdistanê, di tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo piştgiriyê spasiya Rûsyayê dikim. Em hêvî dikin di rojên pêş de jî sewqiyatên amûrên leşkerî bidomin.'

    ​Dewleta Rûsyayê di meha Adarê de 5 pergalên moşekên ZU-23-2 ên balafirşêk û 20 hezar guleyên hawanan teslîmî hêzên Herêma Kurdistanê kiribûn.

    Li gorî berpirsên rûsî, di sewqiyata çekan a ji bo hêzên kurd de destûra Bexdayê werdigrin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya mafê penaberiyê da malbateke kurd
    Rûsya: ‘Me hêzên Kurd li Sûriyeyê perwerde kirin'
    Lavrov: Almanya û Rûsya dixwazin Kurd li Cenevreyê bin
    Rûsya: Em dixwazin ku gelê kurd dazwazên xwe bi cih bînin
    Rûsya: Em ê bikin ku kurd jî beşdarê Cenevreyê bibin
    Etîketan:
    Tekoşîna dijî terorîstan, DAIŞ, Dewleta Rûsyayê, Berpirsê Têkiliyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hemin Hewramî, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de