12:14 24 Çile 2018
Zindî
    Kremlîn, Moskova, Rûsya

    Rûsya:'Em ji rewşa Cenevreyê aciz in'

    © Fotolia/ / vesta48
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Moskova ji rewşa Cenevreyê ya ber bi xerabûnê ve diçe aciz e.

    Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku rêvebiriya Moskovayê ji rewşa hevdîtinên Cenevreyê ku ber bi xerabûnê ve diçe aciz e.

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got:'Ji bo pêvajoya hevdîtinên Cenevreyê qut nebe û mizakere berdewam bin çi ji destê me hatiye me kiriye, lê ev rewşa xirab me gelekî aciz dike.'

    Tu şîroveya min li ser helwesta Amerîkayê ya Sûriyeyê tuneye

    Peskov di civîna çapemenî de rastî pirsa ku Amerîka dê 250 leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê hat bersiv neda tenê got:'Hêzên rûsî li gorî hiqûqa navneteweyî li Sûriyeyê ne.'

    Her wiha Serokê Amerîkayê Barak Obama di axaftina foruma Hanoverê de şandina 250 leşkerên amerîkî ku ji Hêza Operasyonên Taybêt ên Amerîkayê pêk tên serast kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya derbarê îdiaya ku balafira rûsî ketiye daxuyanî da
    Rûsya li Derya Reş tetbîqateke mezin li dar dixe
    Rûsya:'Tirkiye li Qerebaxê dixwaze şer derxîne'
    Piştî du salan lijneya Rûsya û NATOyê kom bû
    Rûsya li Kirimê tetbîqeta leşkeri kir!
    Rûsya: 'Balafira me bi ser yê Amerîkayê de metirsîya rewşeka xerab çênekiriye'
    Etîketan:
    Hêza Operasyonên Taybêt ên Amerîkayê, Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Dmitriy Peskov, Barak Obama, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de