16:47 22 Çile 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov:'Mixalif ji ber bandora Tirkiyeyê ji Cenevreyê vedikişin'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Tirkiye bandorê li mixalifên ku ji hevdîtinên Cenevreyê vedikişin dike.

    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Tirkiye bandorê li mixalifên ku ji hevdîtinên Cenevreyê vedikişin dike. Her wiha nûnerên HNCê hikumeta Sûriyeyê bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kiribû û ji hevdîtinên Cenevreyê vekişiya bûn.

    Ev ne tiştekî veşartiye

    Sergey Lavrov di axaftina xwe de vekişandina HNCê rexne kir û got:'Divê di nava 6 mehên pêş de derbarê krîza Sûriyeyê de li hev hatinek were kirin û nabe hinek nûnerên grûba Riyadê derî li pey xwe bigrin û ji hevdîtinên Cenevreyê vekişin. Lê ev ne tiştekî veşartiye ku Tirkiye di biryardayînê de bandorê li wan dike.'

    Amerîka soza xwe ya Helebe bi cih neanî

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de behsa li hev hatina Rûsya û Amerîkayê kir û got:'Divê Amerîka grûbên mixalif ên ku bi agirbestê ve girêdayî bûn ji Helebê derxistana lê hê jî ev soza xwe bi cih neanî ye. Ji me daxwaza bombenekirina hinek cihên Helebê kirin, gotin ji xeyrî rêxistina El Nûsrayê hinek mixalifên baş jî hene. Ev 2 meh ji ser vê li hevkirinê derbasbûn lê hê jî Amerîkayê soza xwe bi cih neanî ye. Her wiha banga min ji bo mixalifên sûriyeyî yên nerm, heke hûn ji terorîstan cûda bin vê bi awayê fizîkî jî nîşan bidin.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Cenevre ne cihê şantaj û bazaran e
    Lavrov:'Tenê Tirkiye li dijî tevlîbûna PYDê ya Cenevreyê derdikeve'
    Lavrov:'Em ê piştgiriya artêşa Bolivyayê bikin'
    Lavrov:'Divê dewletên rojava zorê li Tirkiyeyê bikin'
    Enqereyê îdiaya ku Lavrov dê serdana Tirkiyeyê bike derewand
    Etîketan:
    HNC, Dewleta Amerîkayê, Hikumeta Tirkiyeyê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, El Nûsra, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de