18:36 27 Gulan 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova bersiva nameya Alparslan Çelik da

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê nameya Alparslan Çelikê ku bi kuştina pîlotê rûsî Oleg Peşkov dihat tohmetbarkirin ragihand ku ez bersivê nadin nameya wî.

Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê nameya Alparslan Çelikê ku bi kuştina pîlotê rûsî Oleg Peşkov ku ji terefê Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hatibû xistin û Çelik bi kuştina Peşkov dihat tohmetbarkirin ragihand ku ez bersivê nadin nameya wî.

Divê derbarê bûyerê de îfadeyeke berfireh were standin

Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got:'Ji bo ku name neyekser û xeyrî fermî hatiye nivîsandin ez bersivê nadim. Lê ji bo doza Çelik em dizwazin vê hînbibin, derbarê kuştina pîlotê rûsî Oleg Peşkov de rola Alparslan Çelik çiye? Ji xeyrî wî yên têkildarên bûyerê kî ne? û divê derbarê bûyerê de îfadeyeke berfireh bide.'

Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got:'Divê ev hemû bi delîlan werin serastkirin û li gorî ku herkes bibihîze were eşkerekirin û li gorî qanûnên Tirkiyeyê îfadeya wî were standin û divê Tirkiye jî van îfadeyan bi awayekî fermî bighîne Rûsyayê.'

Bi heman mijarî:

Alparslan Çelik nameya aştiyê ji berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê re şand
Îadekirina Alparslan Çelik ji bo Rûsyayê îhtîmaleke kêm e
Dozger wê pirsa kuştina pîlotê rûsî ji Alparslan Çelik bike
Binçavkirina Alparslan Çelik ne ji bo kuştina pîlotê rûsî ye
Kujerê pîlotê rûsî Alparslan Çelik hat binçavkirin
Etîketan:
Kujerê pîlotê rûsî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Alparslan Çelik, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de