21:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Nîşangir

    Piştî şerê Sûriyeyê daxwaza çekên rûsî zêde bû

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Cîgirê Midurê Dezgehê Teknîk û Leşkeriya Federal a Rûsyayê (FSVTS) Anatoliy Punçuk ragihand ku piştî operasyonên Sûriyeyê daxwaza çekên rûsî zêde bû.

    Moskova — Cîgirê Midurê Dezgehê Teknîk û Leşkeriya Federal a Rûsyayê (FSVTS) Anatoliy Punçuk ragihand ku piştî operasyonên Sûriyeyê daxwaza çekên rûsî zêde bû, lê ji ber xwestekên dewletê em nikarin van daxwazan bi cih bînin.

    Niha em xwestekên dewleta Rûsyayê diqedînin

    Anatoliy Punçuk di berdewamiya axaftina xwe de got:'Di bazara çekan ya dinyayê de daxwaza çekên rûsî zêde dibe. Lê divê pêşî em xwestekên dewleta Rûsyayê biqedînin û em niha nikarin daxwaza krîgerên biyanî bi cih bînin.'

    Punçuk di dirêjiya axaftina xwe de got:'Daxwaza çekên rûsî piranî piştî operasyonên Sûriyeyê zêde bû. Sûriye bû sedem ku dinya daxwaza çekên rûsî bike. Heta niha buhayê xwestekên çekên rûsî gihiştiye 54 milyar dolarî.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Tirkiye li Qerebaxê dixwaze şer derxîne'
    Piştî du salan lijneya Rûsya û NATOyê kom bû
    Rûsya li Kirimê tetbîqeta leşkeri kir!
    Rûsya: 'Balafira me bi ser yê Amerîkayê de metirsîya rewşeka xerab çênekiriye'
    Rûsya û Sûriya li Reqqayê li DAIŞê dan
    Etîketan:
    Daxwaza çekên rûsî, Dezgehê Teknîk û Leşkeriya Federal a Rûsyayê (FSVTS), Anatoliy Punçuk, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de