22:44 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mîhaîl Yemelyanov

    Parlementerê rûsî: Welatên Ewrûpî li ber rewşa çapemeniya Tirkiyeyê çima bêdeng in?

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlementerê rûsî Mîhaîl Yemelyanov ji ber qedexeya hikumeta tirk ya li ser Ajansa Spûtnîkê bertek da û bêdengiya welatên Ewrûpayê jî rexne kir.

    Navenda nûçeyan  — Parlementerê Partiya Dadweriya Rûsyayê  Mîhaîl Yemelyanov  li ser qedexe û astengiyên hikumeta tirk yên li ser ajansa rûsî Spûtnîknewsê axivî  û diyar kir ku ev tevger tevgereke li dij azadiya ramanan ne. Yemelyanov di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: ‘Çapemeniya Tirkiyeyê di rojên dijwar re derbas dibin. Di rojên dawî de Spûtnîk jî di bin zextên hikumetê de ye. Lê em dibînin ku welatên ewrûpî li hember vê yekê bedeng in. Ev yek nîşaneya çot standartê ye.'

    Hêjayê gotinê ye ku çend roj berê hikumeta tirk qedexeya weşanê danî ser weşana Spûtnîknewsê û qedexe hêj berdewam e. Duh jî serokê gelemper yê Spûtnîkê Tural Kerîmov li balafirgeha Ataturkê aliyê polêsan ve hate binçavkirin û piştre jî ew dersînor kirin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî du salan lijneya Rûsya û NATOyê kom bû
    Rûsya li Kirimê tetbîqeta leşkeri kir!
    Rûsya: 'Balafira me bi ser yê Amerîkayê de metirsîya rewşeka xerab çênekiriye'
    Etîketan:
    çapemenî, hikumeta akp, qedexe, astengî, Parlementerê Partiya Dadweriya Rûsyayê, Mîhaîl Yemelyanov, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de