14:51 18 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimir Putîn

    Putîn: Rewşa Sûriyeyê bi piştevaniya Rûsyayê baş e

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 901

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn daxuyand ku bi piştevaniya dewleta Rûsyayê îro rewşa Sûriyeyê baş e û dê her ku biçe baştir bibe.

    Moskowa — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di merasîma ‘pêşkêşkirina nameya ewlehiyê' ya balyozên 16 dewletan de axivî. Putîn di civînê de li ser rewşa Sûriyeyê diyar kir ku gelekî piştevaniya wan dikin û got: 'Wekî dewleta Rûsyayê me gelekî piştevaniya Sûriyeyê kir. Bi saya vê yekê Dewleta Suriyeyê îro li ser piyaye û têk neçû. Li gel vê yekê pêşiya mirina bi hezaran sivîlan jî hate girtin.'

    Putîn ragihand ku bi alikariya hêzên hewayî yên rûsî, artêşa Sûriyeyê zêdetirîn 400 cihî, ji destên terorîstan rizgar kirin.

    Putîn diyar kir ku Rûsya li gel alîkariyên leşkerî alikariya siyasî jî dike û wiha got: ‘Wekî ku tê zanîn di navbera Rûsya,Amerîka û muxalifên Sûriyeyê de jî pêvajoyeke siyasi dest pê kir. Li gel vê yekê em alîkariya mirovî jî ji gelê Sûriyeyê re bi rê dikin.'

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya li Kirimê tetbîqeta leşkeri kir!
    Rûsya: 'Balafira me bi ser yê Amerîkayê de metirsîya rewşeka xerab çênekiriye'
    Rûsya û Sûriya li Reqqayê li DAIŞê dan
    Rûsya:'Tirkiye dengê gelê xwe difetisîne'
    Rûsya:'Ji bo Sûriyeyê tenê planeke me heye'
    Etîketan:
    artêşa sûriyeyê, muxalif, rûsya, Vladîmîr Pûtîn, sûriye, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de