15:34 21 Hezîran 2018
Tural Kerîmov

Divê cihan pêşî bertekan nîşanî biryara dersînorkirina Kerîmov bide

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 21

Serokê Komîteya Polîtîkayên Agahiyên Konseya Federasyona Rûsyayê Lyudmila Bokova ragihand ku divê cihan bertekan nîşanî biryara dersînorkirina Kerîmov bidin.

Moskova — Serokê Komîteya Polîtîkayên Agahiyên Konseya Federasyona Rûsyayê Lyudmila Bokova ragihand ku divê cihan bertekan nîşanî biryara dersînorkirina Midurê Giştî yê Spûtnîkê Tural Kerîmov bidin.

Lyudmila Bokova di berdewamiya axaftina xwe de got:'Dersînorkirina Kerîmov tê wateya îxlala mafên çapemeniyê û divê pêşî cihana navneteweyî li hemberî vê biryarê bertekan nîşan bide.'

Bokova di dirêjiya axaftina xwe de got:'Tirkiye û çend welatên din îxlala prensîbên bingehîn yên azadiya çapemeniyê, nahêlin însan bigihîjin agahiyên ewle û sensûrê dikin.'

Bi heman mijarî:

Kurtulmuş:'Dersînorkirina Midurê Spûtnîkê yê Tirkiyeyê ji bo sedemên ewlehî bû'
Destûr nedan Midurê Spûtnîkê derbasî Tirkiyeyê bibe
Objektîfbûna Spûtnîkê hinek kes aciz kirin
Tirkiye, bi astengkirina Spûtnîkê dixwaze bale bikşîne ser xwe
TIB:'Astengkirina Spûtnîkê demkî ye, biryara dawî dê dadgeh bide'
Etîketan:
Midurê Giştî yê Spûtnîka Tirkiyeyê, Komîteya Polîtîkayên Agahiyên Konseya Federasyona Rûsyayê, Lyudmila Bokova, Tural Kerîmov, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de